GİRENTÎ BO XORTÊN ROJAVA Dİ LİHEVHATİNA HSD’Ê Û REJÎMÊ DE TUNEYE

GİRENTÎ BO XORTÊN ROJAVA Dİ LİHEVHATİNA HSD’Ê Û REJÎMÊ DE TUNEYE

Hêzên Sûriya demokratîk li gel rejîma Sûriyê lihavatine, lê belê hîna niha gelê rojava taybet çîna xort û lawan, haya wan ji mercên lihevhatina li gel rejîmê tuneye.

Piştî derbasbûna 5 rojan ji êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser rojava kurdistanê, hêzên Sûriya demokratîk penayê ji bo hikûmeta Sûriyê dibe, roja 13/10/2019an lihevhatina HSD’ê û rejîmê ji bo parastina rojava kurdistanê îmze bû, Rûsya federal navgînî ji bo wê lihevhatinê kirbû.

Li gur zanyarî ên herî taybet ên pêgeha Darka Mazî yê ku ji çavkaniyên xwe ên rojava wergirtine, tevî ku rejîma Sûriyê hîna hefteya bûrî amadenebû tu nîqaşekê bi HSD’ê re bke, lê belê di şev û rojekê de wê ev helwest guherand û lihevhatin bi HSD’ê re kir.
Çavkanî ên Darka Mazî yê sedemê razî bûna rejîma Sûriyê ji bo lihevhatina bi HSD’ê re eşkere kir ku rejîmê zelal û eşkere bi HSD’ê re axivîye û pêre gutîye: parastina hewe beranber xakêye, HSD’e dibêje: wan ev merc ji neçarî qebûl kirine.

HSD’ê xortên rojava bi mercên rejîma esed haydar ne kirine

Tişta ku hîna niha zelalî têde tuneye, rejîma Sûriyê hejmareke berçav a mercan danane ber sînga HSD’ê, ne tenê di mijarên leşkirî û siyasî de, belku hinek girêdayî aliyê mirovatî, civakî û lêburîna ame.

Çavkanî ên Darka Mazî li rojava kurdistanê destnîşan kirine ku HSD’ê ew merc nixaftine û rê nedane gelê rojava bizanibe, taybet çîna xort û lawên kurd ku li salên bûrî de tevlî şer bûne, aya wê (Efu am) wan bigre, yan arteşa Sûriyê wê reftareke din bi wan re hebe.
Evê babetê tirseke herî zêde li cem rojava çêkiriye, gelê rojava dixwaze çarenvîsa wan zelal be û HSD’e rastiyê ji wan neveşêre.

Xortan tiris ji leşkir kirina bi zorî hene

Çavkanî ên Darka Mazî yê li rojava eşkere kirine, tişta ku xortên rojava pir jê dil giran bûne, pirsa (leşkirî a bi zûriye) ku wê neçar bin bi zûrî ji bo xizmeta arteşa Sûriyê werin birin.
Hejmareke herî zor a xort û lawên rojava dixwazin ger rêyek ji bo wan hebe, ewê derbasî başûrê kurdistanê bibin.

Li aliyê din, piştî lihevhatina HSD’ê û rejîma Sûriyê, çavkanî ên Darka Mazî yê eşkere kirin ku duh roja duşemî 14/10/2019 rejîma Sûriyê dest bi bilind kirina ala dewletê li dibistanên rojava kirine.
Li asta meydanî de, HSD’ê ji wexta lihevhatinê hîna îro, her yek ji bajarên kobanê û Minbicê dane dest arteşa Sûriyê û bicî kirina xalên din ên lihevhatinê dewam dike.

Hinek xalên lihevhatina HSD’ê û rejîma Sûriyê

Arteşa Sûriyê li sînorî Tirkiyê û Sûriyê da bicî dibe.
Arteşa Sûriyê wê biçe nava bajarên kobanê û Minbicê.
Arteşa Sûriyê wê biçe nava Tebqe, Bendavên Firatê, Mensûre ên ser çemê Firatê.
Radest kirina palawgehên Dêrazûrê.
Birêvebirina bajarên rojava bi hevbeşî digel rejîmê.

Pustên heman beş