KALFAMÊN YNK’Ê Lİ 16Ê OKTOBERÊ BÛNE DESTKÊŞ Jİ DAGÎRKARAN RE
“çend kesên lader ji rêbaza YNK’ê bêy ku li serkirdatiya partîya me vegerin, di wan bûyeran de û bi mebesta çend destkeftên demkî û kesokî, bûn alîkar û destkêş ji dagîrkaran re û bi vî karê qirêj û gemar xwe xistin nav rûpelên reş ên dîroka gelê me”.
Tenê 2 roj li ser bûyera îxaneta 16î Oktobera 2017an de berbas bibûn, wexta ku Kosret Resûl ê Cihgirê yekemê Sekreterê yekîtiya niştîmanî, girupeke diyar ê nava parta xwe bi ji dest çûna 51% a xaka kurdistanê sûçbar krî, Kosret Resûl ev kes bi “KALFAM” nav kirin.
Kosret Resûl li 18/10/2017an peyamek li derbara rewşa Kerkûkê weşand û têde bi zelal got: “hinek kesên lader ji rêbaza YNK’ê bêy ku li serkirdatiya partîya me vegerin, bi mebesta hinek destkeftên demkî û kesokî, bûn alîkar û destkêşên dagîrkaran û bi vî karê xwe yê qirêj xwe xistin nav rûpelên reş ên dîroka gelê me û berpirsyariya karesatên Kerkûk û Duz û hemû zîyanên canî û madî û menewî ên gelê me dikeve stoyê wan kesên nezan di nav stoyê de.”
Tekista Peyama Kosret Resûl
Cemawerên dilsoz û xweragirên xelkê Kurdistanê
Malbatên serbilind ên şehîdên Pêşmergên qareman û canfîdayên kurdatiyê
Li cem hemiyan eşkere ye ku agirê xebata gelê me bi dîroka dehan sal ji temenê xwe, ji bo bidestanîna jiyaneke azad û şerefmendane, bi berdewamî hilor maye û nifş li pey nifş peyama xwe ya pîroz gihandiye, heya ku îro gihiştiye destê me, ji bo wê meremê jî çendîn serkirdeyên ciwamêr û dehan hezar law û mêrxasan xwe kirin qurbanî û bi serbilindî rûpelên dîrokê nivîsandin.
Heya astê bêhtirî sê salan gelê Kurdistan, li şûna hemû azadîxwazan û mirovdostên cîhanê li beramberî hovtirîn grûpa terorîstî rawestiya û dawî li pilana wê girûpê anî ku dixwest pêvajoya dîrokê rawestîne û me vegerîne serdema kevirî û cahilî.
Niha jî di dema ku nav û dengê ciwamêrane yê Pêşmergên Kurdistan bi ciwanî ketiye guhê tevahiya mirovdost û azadîxwazên cîhanê de û kes nemaye di vê cîhana fireh de ku navê pîroz ê Pêşmerge nehatibe ser zimanê wî, gelê Kurdistan li bendî wê yekê bû ku civaka navdewletî û dost û hevpeymanên me li cîhanê û navçeyê, ji bo avakirina pêşerojeke geştir ji bo nifşên me yên dahatî, guhdariya me bikin û rêzê li îrada miletê me bigirin, lê mixabin li şûna wê yekê, em rastî hevkariyeke berfireh kirin û careke din ew rastî piştrast kirin ku ( Ji bilî çiyayên Kurdistanê dostên netewa Kurd tine ne)
Hiştina gelê me bi tenê li ber êrîşa mîlîşya Heşda Şeibî û yekîneyên artêşa Iraq û bûyerên çend rojên derbasbûyî li Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî û komkujiya li dijî welatiyên Kurd li bajarê Duzxurmatû û cihên din û derxisitna wan ji bo kolanan û şewitandina mal û milkên wan û talankirina samanên wan, tenê wek destpêkirina enfalkirineke nû li dijî Kurdan li ser axa bav û bapîrên wan tê xwendin nek tiştekî din e. Lê tiştê ku birînê kûrtir dike ew e ku çend kesên lader ji rêbaza YNK bêyî ku li serkirdatiya partiya me vegerin, di wan bûyeran de û bi mebesta çend destketên katî û şexsî, bûn alîkar û destkêş ji dagîrkeran re û bi vî karê qirêj û gemar xwe xistin nav rûpelên reş yên dîroka gelê me.
Dilsoz û xemxurên kurdatiyê, bi şahidbûna hemû aliyan, me bi xwe hemû tiştê bi dest me hat, ji bo parastina ser û malên welatiyan û axa pîroz a Kurdistan li Kerkûk û cihên din û bi ermanca jidestnedana destkeftên stiratîjî yên gelê Kurdistanê me kir û em paşde venekişiyan, lê diyar e ji bilî hevkariya derve, newekheviya hêzê û rola necamêrane ya destreşên navxwe, bû sedema valakirina beşekî bi bandor ji sengeran û valakirina pişta hêzên me di xizmeta dujmin de, hişt ku vê carê jî encamp nekevin xizmeta armancên me yên netewî û hişt ku beşekî giring ji destkeftên gelê Kurd jidest biçe.
Tevî hemû tiştî û tevî ku ziyan di warê jidestdana destkeftên netewî gellekî mezin in, karesatên Kerkûk û Duz û hemû ziyanên canî û madî û manewî yên gelê me, dikevin stiwê wan nezanên di nav Yekîtî de, lê ev ne dawiya rê ye û îrada azadîxwazane ya gelê Kurd, li gel van corên ketinan naşikê, lewma rabûn û pêşveçûn ne karekî zehmet e, em jî ji bo wan amancan her dem Pêşmergên dilsozên rêbaza şehîdan in û morale me, morale rojên giran û rojên xebatê ne û ji her demê bêtir emê cesûranetir û dilsozanetir û bi bîr û baweriyeke firehtir emê bi erkê dîrokî rabin, ku xebata gelê me û xwîna şehîdên me ku bi neheqî hatiye rijandin, wî erkî li ser mile me datîne.
Li vir jî ez banga tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî dikim, bi zûtirîn dem himmetê bikin û navmala xwe rêkbixin û ibretê ji bûyeran werbigrin, yekrêziya gelê me biparêzin û wê yekrêziyê bihêz bikin, ji ber ku tenê û tenê ew riya tekane ya xebat û Kurdatiyê ye.
Silav ji bo canê pak yê şehîdên Kurd û Kurdistan, silav li Pêşmergên qareman, bijî Kurd, bijî Kurdistan
Cîgirê Sikirtêrê Giştî yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan
Kosret Resûl Elî
18/10/2017