GER LİSER DEMA TEKOŞÎNA ÇÎYA BAYE GİROPA ÎXANETÊ WÊ HATİBA GULLE BARAN KİRİN
Şêx Cehfer Şêx Mistefa li derbara îxaneta 16î Oktobera sala 2017an dibêje: ger wexta tekoşîna çîya baye, giropa îxanetê wê her hemû hatiba gulle baran kirin.
Endamê Polîtbîro a yekîtiya niştîmanî a kurdistanê, şêx Cehfer şêx mistefa ku hemwext fermandarê yekeya 70 a hêzên pêşmergê kurdistanê ye, li derbara îxaneta 16 Oktobera sala 2017an ku bi sedema wê 51% xaka kurdistanê ji dest çû dibêje: ger ev îxanete li serdema tekoşîna çîya baye, wê ev girop hatiba gulle baran kirin.
Şêx Cehfer ev gotin di hevdîtineke xwe a radiyo ya dengê emerîkayê de bi 27/12/2017an kirine wexta ku pêleke xwenîşandanan li Silêmanîyê çêbûn.
Şêx Cehfer dibêje: Giropeke yekîtiyê bi hemahengî û lihevhatin li gel hikûmeta Iraqê û heşda şebî kirine, weke çewa wan Kerkûk radest kir, bi heman awayî di xwestin bi rêya dirist kirina fewzayê, Silêmanî, hewlêr û Dihokê radest bikin.
Şêx Cehfer ev girop bi giropa 16î Oktoberê da ns kirin û got: ger ev kar û îxanet li serdema çîya baye, wê hatibane gulle baran kirin, tekez jî dike ku her heman grope ku dest li xwenîşandanên Silêmanîyê û derdûra wê de hebûne.
Şêx Cehfer dibêje: beşeka serkirdayetiya a yekîtiya nîştîmanî arasteyeke wiha heye ku hinek wlatên herêmî li piştin, dixwastin îxaneta 16ê Oktoberê dubare bikin û bajarên din ên kurdistanê bi rêya çêkirina xwenîşandanan bidin dest Iraqê û heşda şebî.
Şêx Cehfer dibêje: ger rojek bihê û rewşa kurdistanê asayî bibe û dadgeheke nîştîmanî were avakirin, divê kanê li dinyayê sizayê Xaînan çi be, ew siza bi ser giropa 16î Oktoberê were sepandin, ji ber ku ger li serdema tekoşîna çîya baye û ewan hemahengî li gel hikûmeta Iraqê pêkanîba, ya ger mam Celal jî hîna zîndî baye, wê her hemû hatibane îdam kirin.
Ev jî girove û tekista wê hevdîtna şêx Cehfer bi dengê emerîkayê re: