SERÊ KANİYÊ Jİ TEV ENYAN DORPÊÇKİRİYE

SERÊ KANIYÊ Jİ TEV ENYAN DORPÊÇKIRIYE

Arteşa Tirkiyê û mîlîşyayên wê yên arteşa azad a sûriyê, îro bajarê serê Kaniyê ê Rojava Kurdistanê ji tev enyan dorpêç kirin, şer û pevçûneke giran lê tê kirin.

Di roja nehemîn a êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê, îro roja pêncşemî 17/10/2019 arteşa Tirkiyê û çekdarên arteşa azad a Sûriyê, ji tev enyan bajarê serê Kaniyê dorpêç kirine û tirseke mezin heye, bajar were dagîr kirin.

Hemwexta êrîşa bejayî, balefirên cengî yên arteşa Tirkiyê, bordomana navenda Serê Kaniyê û derdûra wê dikin, zirarê canî ber gelê svîl ketne.

Arteşa Tirkiyê eşkere kiriye ku hinekî maye leşkirên wan derbasî navenda bajarê Serê Kaniyê bibin, girtina bajar jî pirseke peywendî bi demê ve heye.

Lê belê li beramber, hêzên Sûryaya demokratîk HSDê eşkere kiriye, berhingarbûna yekîneyên wan bo paşdebirina hêrşê heye, wan jî zirarên mezin li arteşa dagîrkar xistine.

Pustên heman beş