ÊRÎŞA DAGÎRKARİYA TİRKİYÊ LİSER ROJAVA KURDİSTANÊ DİDOME

ÊRÎŞA DAGÎRKARİYA TİRKİYÊ LİSER ROJAVA KURDİSTANÊ DİDOME

Êrîşa dagîrkariya Tirkiyê liser Rojava Kurdistanê dewam dike, li tev enîyan hêzên Sûryaya demokratîk (HSDe) pêşveçûnên arteşa Tirkiyê û mîlîşyayên wê têkşikandine û zirarên canî pê xistine.

Îro roja 9 a êrîşa dagîrkariya Tirkiyê ye li ser Rojava Kurdistanê, şer û pevçûn li tev enîyan derketin, hêzên Sûryaya demokratîk ji serê sibê karîne êrîş û pêşveçûnên arteşa Tirkiyê û mîlîşyayên wê têk bişkênin, zirarên canî yên dagîrkaran hene.

Li eniya Serê Kaniyê duh şev arteşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên arteşa azad êrîşeke hevdem pêk anîn, lê belê HSDê êrîş paşde bir û rê li pêşvehatina wan girtine, çavkanî didin xweya kirin ku zirarên canî yên mezin bi arteşa dagîrkariyê ketine û hejmareke herî zêde ya çekdarên arteşa azad ya Sûriyê hatine kuştin û berteref kirin.

HSDê eşkere kir, di pevçûnên şeva din yên eniya Serê Kaniyê de, hejmareke şervanên wan şehîd ketine.

Hemwexta êrîşa bejahyî, arteşa dagîrkariyê bi balefirên cengî bomb barana gundewarên Serê Kaniyê, Til Temrê kirine, hemwext li eniya Girê Sipî HSDê 7 çekdarên opozisyonê kuştine.

Pustên heman beş