TİRAMP BO ERDOGAN: Ê EHMEQ NEBE

TİRANP BO ERDOGAN: Ê EHMEQ NEBE

Serokê Emerîkayê li 9 Oktobera sala 2019an, nameyek ji Serokê Tirkiyê re şandiye, Donald Tiramp ji bo Receb Teyîb Erdogan nivîsandiye: ê ehmeq nebe, ezê paş bi tere bi axivim.

Li derbara êrîşa ser Rojava Kurdistanê ku arteşa Tirkiyê li 9 Oktobera 2019an destpêkir û hat belavkirin ku Serokê Emerîkayê destûra êrîş kirinê bi Serokê Tirkiyê daye, Donald Tiramp nameyeke nivîskî ji bo Receb Teyîb Erdogan şandiye.

Di nameya Tiramp de ku îmzeye wî liser heye, têde Tiramp bi Erdogan re dibêje: were emê lihevhatineke baş pêkbînîn, tu naxwazî ji kuştina hezaran kesan berpirsyar bibî, ez jî naxwazim abûra Tirkiyê wêran bikim lê ezê wê yekê bikim.

Tiramp di namê de dibêje: min gelek xebat kir heya ku hinek ji pirsgirêkên we me çareser kirin, cîhanê bê hêvî neke, tu dikarî lihevhatineke mezin pêkbînî.

Serokê Emrîkayê gotiye Erdogan: Ceneral Mezlûm Kobanî fermandarê hêzên Sûryaya demokratîk ê amadeye nîqaşê bi tere bike, dîrok wê bi başî behsa te bike ger te hengaveke rast avêt, lê belê dê weke Ehrîmen li te meyze bike wexta ku hengava te a xirab be, ê zordar nebe, ê ehmeq nebe, ezê paş bi tere bi axivim.

Serokê Emerîkayê tekista nameya xwe ya ji bo serokê Tirkiyê belavkir ji bo ku şikbarên ku gotine Tiramp destûra êrîşa ser Rojava daye, bêdeng bike.

Serokê Tirkiyê li 6 Oktobera îsal, di peywendiyeke têlefûnî de digel Tiramp, êrîşa ser Rojava kurdistanê nîqaş kirbû, li 9 Oktoberê hereketa arteşê bo Rojhilata Firatê destpêkir.

TİRAMP BO ERDOGAN: Ê EHMEQ NEBE

Pustên heman beş