HSD’Ê ŞER Lİ DİJÎ DAİŞ’Ê SEKİNAND

HSD’Ê ŞER Lİ DİJÎ DAİŞ’Ê SEKİNAND

Ji duh ve, fermandariya hêzên Sûryaya demokratîk tev êrîşên xwe yên dijî rêxistna terorîstî a DAIŞ’ê li bakûrê Sûriyê ragirtine.

Fermandarê giştî ê hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e Mezlûm Kobanî eşkere kir, ji duh şevê ve, yekîneyên wan êrîşên xwe yên dijî terorîstên DAIŞ’ê li navçeyên Bakûrê Rojhilata Sûriyê dane sekinandin, û êdî hemû hewlên wan wê ji bo bergiryê bin.

Her wiha xweya kir, wan ev biryar ji ber êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê daye, hemû operasiyonên li dijî terorîstên DAIŞ’ê ragirtine û êdî çalakiyên wan tenê wê ji bo bergiryê bin.

Mezlûm Kobanî dibêje: hêzên wan berhingarbûna êrîşa dagîrkarî a Tirkiya diken, lew nikarin cengê li du enyan dewam bikin.

HSD’ê ragihand; me li destpêka êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê hişyarî dabû ku hatina arteşa Tirkiyê bo Rojhilata Firatê wê derfetê bide DAIŞ’ê ku bihêz bibe.

Pustên heman beş