RÊVEBERİYA XWESER DAXWAZA KORÎDOREKÊ DİKE

RÊVEBERİYA XWESER DAXWAZA KORÎDOREKÊ DİKE

Rêveberiya xweser a bakûrê Sûriyê, îro bang li civaka navnetewî kir, korîdoreke êmin ji bo Serê Kaniyê were ava kirin.

Rêveberiya xweser a Bakûrê Sûriyê, îro roja pêncşemî 17/10/2019an, di beyaneke nivîskî de bang li civaka navneteweyî kir, korîdoreke êmin ji bo derketina wilatîyên sivîl ên bajarê Serê Kaniyê were ava kirin ku di şer de birîndar ketine.

Eşkere kir, gelê sivîl ê Serê Kaniyê, bi sedema êrîşa dagîrkariya tirkiyê di Serê Kaniyê de dorpêç bûne.

Rêveberiya xweser lewma bang li hevpeymaniya navneteweyî a dijî DAIŞ’ê kir ku Emerîka seroktiya wê dike, her wiha Rûsya fedral kir, korîdoreke êmin ji bo derketina birîndarên şer yên sivîl li Serê Kaniyê, ava bikin.

Ji duh şevê, şereke dijwar li derdûra Serê Kaniyê tê kirin, arteşa Tirkiyê û mîlîşyayên wê yên arteşa azad a Sûriyê ji hemû enyan, bajarokê Serê Kaniyê dorpêç kirine.

Pustên heman beş