Yekîneyên Cendirmeyên Tirkiyê îro êrîşek liser navendên hereketên Partiya Karkerên Kurdistanê li Semsora Bakûrê Kurdistanê pêk anîn, 2 gerîla berteref kirin.
Hat ragihandin ku îro roja şemî 19/10/2019an di operasiyona ku li çel û çiyayên Semsora a Bakûrê Kurdistanê hatiye, 2 Gerîlayên PKK’ê hatin berteref kirin.
Wezareta navxwe a Tirkiyê di beyaneke nivîskî de eşkere kir, di çarçûveya operasiyonên ewlehiya navxwe ya yekîneyên taybet yên Cendirmeyan ku li çil û çiyayên Semsorê encam dane, 2 Gerîlayên PKK’ê hatin berteref kirin.
Hemwext wezareta navxwe dest nîşan kir ku operasiyonên li herêmê dewam dikin.