PİŞTÎ JİDEST ÇÛNA ROJAVA Û BÊ RÛMET KİRİNA GEL KCK DENGÊ XWE KİR

PİŞTÎ JİDEST ÇÛNA ROJAVA Û BÊ RÛMET KİRİNA GEL KCK DENGÊ XWE KİR

Divê agirbes bi vekşîna hêzên dagîrkar bi encam bibe

KCK’ê eşkere kir divê agirbes ne bi rewakirina dagîrkariyê be, lê bi vekşîna hêzên dagîrkar bi encam bibe, ji vî alî ve berxwedêr ji bilî vekşîna dagîrkaran ti rêyeke din qebûl nakin.

Hevserokatiya Konseya rêvebera koma civakên Kurdistanî KCK’ê, li derbara dagîrkariya Tirkiyê li ser Bakûr û Rojhilata Sûriyê û li ser peymana ku hatî encam dan daxuyanî da.

Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hatiye nivîsandin:

“kurd, Ereb, Sûryan, Hemû Gelên Bakûr- Rojhilatê Sûriyê di encama tekoşîna dijî çeteyên der mirovî yên mîna (El Nusre û DAÎŞ’ê), pergaleke demokratîk û azad ku ji hemû gelên Rojhilata navîn re bibe mînak ava kirine”.

“faşîzma AKP’ê – MHP’ê ku liser kurdan polîtîkaya qirkirinê dike, ji destpêkê ve dijminatî li vê pergala demokratîk kiriye. Faşîzma AKP’ê – MHP’ê ku li destpêkê berê (El Nusre û DAÎŞ’ê) di de ser vê pergala demokratîk, dema ku ev hêz têk çûne ew bixwe ketye dewrê”.

 “desthilata faşîsta AKP’ê – MHP’ê ku dîtî li Bakûrê – Rojhilatê Sûriyê geşbûna demokrasiya xwecih, xwedî stato bûna kurdan û liser vê bingehê demokratîk bûna Sûriyê wê pergala wana qirkerya faşîst hilweşînin, li dijî Bakûr – Rojhilatê Sûriyê, êrîşên dagîrkar daye destpêkirin”.

Koma civakên Kurdistanê behsa hejmareke mijaran di beyana xwe de kiriye bang li civaka navneteweyî dike ku hewlest hebe, li derbara berxwedana Gelê Rojava jî wiha gotiye:

Ji bilî vekşîna dagîrkiriyê divê tiştek neyê qebûl kirin

“bi pejirandina Tiramp, ji bo ku neheqiya êrîşên dagîrkarên dijminê kurd Erdoganê faşîst dayî destpêkirin were nîşandan, wiha xuya dike rêveberiya Bakûr – Rojhilatê Sûriyê ev agirbest qebûl kiriye. Dvê agirbest ne dagîrkariyê meşrû’ bike lê wiha bi encam bibe ku hêzên dagîrkar vekşin”.

“ji ber ku berxwedêr û Gelên Cîhanê yên ku destekê didine vê berxwedanê û raya giştîya demokratîk dixwazin ku ev êrîşên dagîrkar rawestin û dagîrkar bi temamî vekşin”.

“ji ber vê jî berixwedêr û raya giştîya demokratîk ji bilî vekşandina dagîrkaran ne amadene tu rêyeke din qebûl biken”.

Li dawî ya beyana xwe, KCK’e dibêje: berxwedana bi rûmeta Gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û HSD’ê li dijî êrîşên giran, kir ku agirbesteke bi vî rengî bê ragihandin, em pê bawerin ku wê bi berxwedana xwe dawî li dagîrkariyê bînin, liser bingeha Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ya demokratîk yekîtiya demokratîka Sûriyê pêk bînin.

Pustên heman beş