HPG’E DİRBEKE MEZİN Lİ ARTEŞA TİRKİYÊ DİDE

HPG’Ê DİRBEKE MEZİN Lİ ARTEŞA TİRKİYÊ XİST

Gerîlayên PKK’ê li sê rojên bûrî û di hinek çalakiyan da li dijî arteşa Tirkiyê û cendermeyên wê, zirareke mezin li arteşa Tirkiyê xist û 8 esker kuştin.

Hêzên parastina gel HPG’ê, balê leşkirî ê parta karkerên kurdistanê PKK’ê, îro roja şemî 19/10/2019an beyaneke nivîskî weşand û têde hatiye: li Çelê erebeyeke leşkerî hatiye hedef kirin, li Fariqînê jî çepereka leşkeran hatiye rûxandin û li Pîranê jî li derdorî Qereqolê hatye xistin, HPG’ê ragihand ku li Şirenxê jî êrîşî yekîneyeka leşkerî hatiye kirin.

HPG’ê eşkere kir, gerîlayên wan di çendîn çalakiyan de ku li 17 û 18 cotmehê li dijî arteşa Tirkiyê li sînorê Çelê ya Colemêrgê û Fariqînê û Pîran yên Amedê encam dayîne, hejmareka leşkiran hatin kuştin.

Hêzên parastina gel xweya kirine, di tev wan çalakiyan de, 8 eskerên Tirkiyê hatine kuştin, hejmarek birîndar ketine.

Pustên heman beş