Dİ 10 ROJAN DE DAGÎRKARİYA TİRKİYÊ 235 SİVÎLÊN ROJAVA ŞEHÎD KİRİNE

Dİ 10 ROJAN DE DAGÎRKARİYA TİRKİYÊ 235 SİVÎLÊN ROJAVA ŞEHÎD KİRİNE

Heyva sor: ji ragirtina şer 20 welatiyên rojava kurdistanê şehîd bûne

Ji destpêka êrîşa Tirkiyê li ser rojava kurdistanê ku Tirkên dagîrkar navê (Kaniya Aştiyê) lê kirine, 235 wilatî ji gelê Rojava şehîd ketine.

Hevserokê desteya saxlemiyê li rêveberiya xweser a Bakûrê Rojhelata sûryê, ciwan mistefa, êvara îro roja şemî 19-10-2019an di konferenseke çapemeniyê de eşkere kir, ji destpêka êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê, 235 wilatî şehîd ketine, 600 wilatîyên din jî birîndar bûne.

Her wiha eşkere kir, arteşa dagîrkar a Tirkiyê û mîlîşyayên wê ên arteşa azad a Sûriyê, xal û navendên saxlemiyê li serê Kaniyê kirine armanc û ji kar xistine.

Hemwext diyar kir ku bajarê Serê Kaniyê ji destpêka êrîşa dagîrkariyê li bin dorpêçê ye û bi dehan birîndar têda asê mane û karîna derketina wan tuneye, hemwext cesedên hejmareke şehîdan di bin agahîyên wêran bûy ên Serê Kaniyê de mane.

Hevserokê heyeta saxlemiyê li rêveberiya xweser dibêje: amara herî dawî eve (235 şehîd, 20 zaro şehîd, 677 birîndar).

Ev daxuyaniya heyeta saxlemiyê li rêveberiya xweser hemwexta daxuyaniya rêxistna heyva sor a kurdî ye ku gotiye ji destpêka ragihandina agirbestê li 17 cotmehê, nêzî 20 welatiyên Rojava Kurdistanê şehîd ketine.

Pustên heman beş