MSD’E: 350 HEZAR KURDÊN ROJAVA KOÇBER BÛNE

MSD’E: 350 HEZAR KURDÊN ROJAVA KOÇBER BÛNE

Encûmena Sûryaya demokratîk îro eşkere kir, ji destpêka êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser rojava kurdistanê, 350 hezar wilatî koçber bûne.

Encûmena Sûryaya demokratîk îro roja yekşemî 20/10/2019an konferenseke çapemeniyê li bajarê Qamişloyê lidarxist û têde amar û hûrgilyên êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê eşkre kirin.

MSD’e dibêje: ji destpêka êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê, 350 hezar wilatî koçber bûne û cih û warê xwe ji neçarî bicî hiştine.

Hemwext eşkere kir, bêhtirî 235 sivîlan şehîd ketine, 22 ji wan zarone, 667 birîndarên şer ên sivîl jî hene.

Encûmena Sûryaya demokratîk dibêje: ji destpêka agirbestê, Tirkiyê êrîş û top baran kirine û tenê ji destpêka agirbesta 17 Oktoberê 22 wilatî şehîd ketine.

Arteşa Tirkiyê li 9 Oktobera Cot meha 2019an, êrîşa ser Rojava Kurdistanê jibo avakirina herêma ewlehiyê dest pê kirbû, û bi vê behaneyê zirarên herî zêde bi gelê Rojava xistin.

Pustên heman beş