DASTANA “HA GULA TEME” RUMETA HERÊMA BAŞÛR PARAST
Dersa ku li Pirdê pêşmergehan nîşanî Xaînan day xeyala wan ji bo dagîrkariya liser Kurdistana Başûr tune kir
Paş îxaneta 16ê Oktobera sala 2017an ku ji aliyê Giropeke Xaîn di nav YNK’ê de hat encam dayîn û piştre ev girop ji aliyê her yek ji Kosret Resûl ‘Elî Cihgirê yekê ê sekreterê giştî yê YNK’ê û şêx Ce’fer berpirsê yekeyên 70 yên hêza pêşmergeyên ser b YNK’ê bi girûpê (KALFAMAN) hat nasandin, beşeke herî mezin ji xaka kurdistanê ket bin rehma postalên heşda şebî û supayê pasdarên îranî, nîyaza sereke a vê îxanetê û vê êrîşê bi zelalî derket holê.
Giropa Xaînan jinav birina statoya herêma başûr bû
Ya rast girûpê (KALFAMAN) digel heşda şebî û Qasim Suleymanî yê fermandarê feyleqa Quds a supayê pasdarên Îranê ne bi tenê li ser Kerkûkê belku li ser hemû herêma kurdistanê lihevhatin kirbû, ev yek jî bi zelalî li roja 20/10/2017an eşkere bû wexta van hêzan bi çavsaxya Xaînan ji aliyê bajarokê Pirdê xwestin bi behaneya sepandina yasayê êrîşî ser paytexta Herêma Başûrê kurdistanê bikin û statoya Başûr bi temamî jinav bibin, lê belê pêşmergeyên kurdistanê li vir dersek wiha bi Xaîn û dujminan nîşan da ku ew bi tundî paşde birin û ev xeyala wan tune kir.
Li roja 20/10/2017an bi gulle hawenekê ku supayê pasdaran teqand, şerê Pirdê dest pê kir, lê ev şer bi têkşikandina tanka (Abramz êm wen) a Emerîkî ku yek ji bihêztirîn û pêşketî tirîn tankên serbazî yên cîhanî ye û kuştina sedan leşkerên dojmin û jinavbirna dehan wesaîtên serbazî weke (Hamer û Bacer) yên supayê dagîrkar bi dawî hat.
Li gur zanyariyên Darka Mazî di vî şerî de hêzeke Xaînan ku ser bi (Lahor Şêx Cengî) û hêzeke melbendê yekîtiya niştîmanî alîkarya dagîrkaran dikir û zanyarî li ser sengerên pêşmerge bi dujminan di da û ev yek bo sedema şehîd ketina dehan pêşmergehan di vî şerî de, her wiha weke her car hinek ji medyayên ser bi vê giropa (KALFAM) û beşek ji medyayên ku li jêr navê medyaya azad dixebitin şerekî taybet ê herî çepel li dijî pêşmergehan dest pê kir û li aliyê dujminan romala şer di kirin, van medyaya hewl dida bi nûçeyên ne rast alîkarya dagîrkaran bikin û morala pêşmergehan tune bikin, carna digo ku (Quştepe hat dagîr kirin) carna digo (malbata Barzanî ber bi Tirkiya reviyan) carna digo (pêşmergeyên ser bi PDK’ ê bajarokê Pirdê bombebaran dikin) û carna digo (pêşmergeyên partî bi rengeke pir dûr ji mirovatî yê reftarê digel dîlên heşdê re dikin) ku ev hemû bi tenê ji bo alîkarya dujminan û bê moral kirina pêşmergehan dihat gotin, ger wilu nebe erê çima li sengerên dujminan ev şerê taybet dimeşand?.
Di vî şerê de pêşmergeyên kurdistanê di dema 8 saetan de 6 êrîşên dujminan têkşikandin û bi dehan kelexên çekdarên mîlîşyayên heşdê di meydana şer de man, bi navenkariya hêzeke navdewletî, heşda şebî daxwaza sekinandina şerê Pirdê kir Daku bikarin cesedên kuştî yên xwe rakin, weke hercar û berçav wergirtina aliyê însanî pêşmerge razî bûn bi vê daxwaza heşdê, lê belê dujminan dixwest mifa ji vê dil nermiya pêşmerge wergire û bi behaneya rakirina cesedên kuştî yên xwe êrîşî pêşmergehan bikin, jiberku li t ciyê cîhanê nebûye hêzek bi tank û hemer û çekên giran hewl bide kuştî yên xwe ji meydana şer rake, pêşmerge bi vê pîlana dujminan zanîn û şer dîsan destpêkir û kuştî yên dujmin kirin du hind.
Ji îxanetê nebaye ne Kerkûk belku buhistek ji xaka wilat bi postalên dujmin qirêj nedibû
Îxanetê hêsirên pêşmerge li Kerkûkê barandin nek tankên dujmin
Pêşmergeyên partîya Azadî ya kurdistanê roleke herî berçav di Dastana Pirdê de hebû
Paş ku heşda şebî û supayê Iraqê digel supayê Îranê û Hîzbollah Libnanî zanîn ku nikarin enyên pêşmerge li Pirdê bişkênin û ber bi Hewlêrê biçin bi rêya Doglas Silêman ê Balyozê Emerîkayê li Iraqê, daxwaza agirbestê kir, serkirdatiya kurdistanê jêre got ku (me şer destpênekiriye Daku em ragirîn), li vê rojê bû ku dîsan mezinahî ji bo pêşmergeyên kurdistanê zivirî û ji her kesekê re zelal bû ku ger îxanet neba nek Kerkûk belku buhistek ji xaka kurdistanê bi postalên dujmin qirêj nedibû, ji bo her kesê baş xweya bû ku ev îxanet bû pêşmergeyên kurdistanê li Kerkûkê giryandî nek hêz û tankên dujmin. Hêjayê gotinê ye ku hêzeke pêşmergeyên partîya Azadî ya kurdistanê bi serkirdatiya Hisên Yezdan Pena beşdarî vê dastanê kirin û roleke herî berçav di şer de hebû.
Dujmin şerê Pirdê bi gulle hawenekê destpêkir û pêşmerge yekê kurdistanê bi sitrana(Ha Gula Teme) bi dawî îna
Bi vê yekê ew hêza ku ji heşda şebî û supayê pasdaran û mîlîşyayên ser bi Hîzbollah Libnanî ku li Hîran û nezanîna li benda têkşikandina sengerên pêşmerge bûn li Pirdê paş ku pê zanî ku ew senger nahên têkşikandin bi neçarî paşde kêşan û pîlana jinavbirna statoya Herêma Başûrê Kurdistanê ku bi alîkarya girûpê (KALFAMAN) di nava yekîtiya niştîmanî a kurdistanê hatbû danîn tûşî şikestinê hat û pîlan weke dujminan hêvî dikir û dixwest bicî nebû ev yek jî bi xuyna çendîn pêşmergehên kurdistanê bû.
Weke li destipêkê me îmaje pê day şerê pirdê bi gulle haweneka spayê pasdaran li demjimêr 4 serê sobê de dest pêkir û bi sitrana “Ha Gula Teme” ku ji aliyê pêşmergeyekê li enyên şer dihat gotin di germe germa şerî de bi dawî hat.