HSD’E SERÊ KANİYÊ VALA DİKE

HSD’E SERÊ KANİYÊ VALA DİKE

Hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e, êvara îro roja yekşemî dest bi vekşandina hêzên xwe ji derdûra bajarê serê Kaniyê kirin, weke destpêk ji bo bicî kirina lihevhatina Enqerê.

 

Li gor çavkaniyên Darka Mazî yê li Rojava Kurdistanê, êvara îro roja yekşemî 20/10/2019an, fermandariya hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e, dest bi vekşandina hêzên xwe ji sînorê bajarokê serê Kaniyê kir, lê rê nedaye tu kes behsa wê vekşandinê bike.

HSD’ê ji duh ve bi hemahengî a bi Emerîkayê re, dest bi paşde vekşîna ji serê Kaniyê dest pê kiriye û lihevhatin wihaye ku îro Serê Kaniyê bi temamî ji HSD’ê were vala kirin.

Emerîkayê û Tirkiyê li 17ê Oktobera 2019an lihevhatina agirbestê îmze kir, li gur lihevhatinê hêzên Sûryaya demokratîk wê bi kûrahiya 32 KM ji Rojhilata Firatê paşde vekşin, dema vekşandinê jî bi 120 saetan hatye dest nîşan kirin.

Duh roja şemî Receb Teyîb Erdogan ragihand bû ku ger 120 saetên lihevhatinê biqede û paşde vekşandin çênebe, emê operasiyonê ji wê derê dest pê bikin yaku me operasiyon lê sekinîne.

Pustên heman beş