Arteşa Emerîkayê îro dest bi vekşandina hêzên xwe yên li Bakûrê Rojhilata Sûriyê kirin, di pilana Emerîkayê daye tu leşkir li wir nemîne, li dema hereketa erebeyên arteşa Emerîkayê xortên kurd ew ber baran kirin.
Ji duh şevê, arteşa Emerîkayê ji bingeha sereke a koalîsyona navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê li sînorê Hesekê, dest bi vekşandina leşkirên xwe kir, Emerîka wê tu leşkiran li rojava kurdistanê nehêle, îro karwanê erebeyên wan di deriyê Sêmalka ê sînorî re, derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bûn.
Vekşandina leşkirên Emerîkayê ji Bakûrê Rojhelata Sûriyê, bi destpêka bicî kirina lihevhatina Emerîka û Enqerê ya avakirina herêma ewlehiyê ye, ewa ku bi sedema wê, arteşa Tirkiyê dagîrkariya ser rojava kurdistanê daye meşandin.
Emerîkayê leşkirên xwe ji sînorê Kobanê, Minbicê û Hesekê vekşandin, ji serê sibê ya îro roja duşemî 21/10/2019an, 4 karwanên erebeyên arteşa Emerîkayê derbasî herêma Başûr bûne, ji bo ku bo Emerîka werin bi rê kirin.