Serokê partîya demokrat a kurdistanê, îro peywendîyeke telefonî bi bavê Mihemed ew zarokê di êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê de cesedê wî şewitî kir û weha pêre axvî: her çi pêwîst be ji bo çareserkirina Mihemed, xemsariyê nakin.
Baregaya barzanî di beyaneke nivîskî da ku îro roja duşemî 21/10/2019an weşandiye, eşkere kir ku Mes’ûd barzanî serokê partîya demokrat a kurdistanê, îro peywendî bi bavê Mihemed zaroyê rojava kurdistanê kiriye:
Ev jî tekista beyana baregeha barzanî ye:
Roja 21.10.2019 Serok Barzanî li rêya telefonê ve peywendiyê bi Hemîd Mihemed, bavê wî zarokê Rojava kir ku bi sedema bombebarana li Rojava beşeke zêdeyê laşê wî şewitiye û ji bo çareseriyê veguhestine nexweşxaneyekî Dihokê.
Serok Barzanî li vê peywendiya telefoniyê da li gel bavê Mihemed, ji bilî derbirîna hevxemiyê, ragihand ku her çi pêwîst bê ji bo çareseriya Mihemed kêmasiyê nakîn.