AGİRBESTA ROJAVA KURDİSTANÊ ÎRO Bİ DAWÎ DİHÊ

AGİRBESTA ROJAVA KURDİSTANÊ ÎRO Bİ DAWÎ DİHÊ

Agirbesta Rojava Kurdistanê ku li navbera hêzên Sûryaya demokratîk û arteşa Tirkiyê li gor lihevhatina Enqerê hatbû îlan kirin, îro bi dawî dihê.

Wîlayetên yekbûy ên Emerîkayê û Tirkiyê, li roja 17/10/2019an li Enqerê lihevhatina herêma ewlehiyê îmze kir û li gor wê derfeta 120 saetan bi hêzên Sûryaya demokratîk hatbû dayîn ku xwe ji tev navçeyên herêma ewlehiyê vekşînin, êvara îro roja sêşemî 22/10/2019an, ew derfet bi dawî dihê.

Çavkaniyên Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin ku HSD’ê şervanên xwe ji herêma ewlehiyê a li nêvbera bajarokên Serêkaniyê û Girê Sipî vekşandine.

Çavkaniyan destnîşan kirine ku HSD’ê ti şervanên xwe li herêma ewlehiyê nehiştine, lê hinek mercên wan hene.

Tevî ku HSD’ê hêz vekşandine, arteşa nîzamî a Sûriyê jî hereketên xwe li Bakûra Rojhilata wilat hene û îro roja duşemî hêzeke leşkirî a Sûriyê li gundê bakûra Hesekê hat bicî kirin.

Lihevhatina Enqerê ku bi yek ji lihevhatinên herî xirap ji bo gelê Rojava tê naskirin, wê rûbereke herî mezn ya xaka Rojava kurdistanê bi dest Tirkiyê ve berde, rûbera xaka ji dest çûyî digehe 32 KM kûrahî û 444 KM panatî.

AGİRBESTA ROJAVA KURDİSTANÊ ÎRO Bİ DAWÎ DİHÊ

Pustên heman beş