Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê ferman kir ku zaroyê birîndarê Rojava Kurdistanê Mihemed, ji bo wergirtina çareseriyê bişîne Firansayê.
Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Mes’ûd Barzanî îro roja sêşemî 22/10/2019an ferman da ku Mihemedê zaro ku di êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê de li ser Rojava Kurdistanê birîndar ketiye û ceseda wî bi rêjeyeke mezin şewtiye, ji bo çareserkirinê bişîne wilatê Firansayê.
Barzanî duh roja duşemî, peywendiyeke telefûnî bi bavê Mihemed kir û pêre gotubû ku her çi pêwîst be ji bo çareserkirina Mihemed, xemsariyê nakin.
Mihemed piştî ku birîndar ketî, jibo wergirtina çareseriyê ji bo nexweşxaneyeke bajarê Dihokê yê herêma Başûrê Kurdistanê hatbû veguhastin.