Bİ SEDEMA PKK’Ê TİRKİYÊ 3 QEYÛM Lİ ŞAREDARİYÊN AMEDÊ WEZÎFEDAR KİRİN

Bİ SEDEMA PKK’Ê TİRKİYÊ 3 QEYÛM Lİ ŞAREDARİYÊN AMEDÊ WEZÎFEDAR KİRİN

Hikûmeta Tirkiyê îro 3 Qeyûm li Ameda Bakûrê Kurdistanê wezîfedar kirine ku duh hevşaredarên wan bi sûça PKK’ê hatbûn binçav kirin.

Li Amedê şaredara Kayapnarê a HDP’ê Kezban Îlmaz, şaredarê Bismilê Orhan Ayaz û şaredara Karazê Rojda Nazler ku di çarçoveya lêprisîna li ser PKK’ê de binçavkirîne, bi destê wezareta karên hundir hatin dûrxistin.

Li ewlekariyê mameleyên şaredara Kayapnarê a HDP’ê Kezban Îlmaz, şaredarê Bismilê Orhan Ayaz û şaredara Karazê Rojda Nazler ku di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Komarê a Amedê de jiber sûçên “endametiya PKK’ê” û piropagandeya wê duh roja duşemî 21/10/2019an hatin binçavkirin, dewam dike.

Her weha hat destnîşan kirin hersê şaredar di çarçoveya madeya 127mîna destûrê û madeya 47mîna qanûna şaredariyê a jimare 5393an de ji wezîfeyê hatin dûrxistin û her weha li  şûna wan Qeyûm hatin wezîfedar kirin.

Pustên heman beş