TİRKİYÊ 2 QADROYÊN HERÎ BİLİND ÊN PKK’Ê Lİ SİLÊMANİYÊ KUŞTİN

TİRKİYÊ 2 QADROYÊN HERÎ BİLİND ÊN PKK’Ê Lİ SİLÊMANİYÊ KUŞTİN

Saziya asayîşa herêma Başûrê Kurdistanê, îro eşkere kir, balefirên bê pîlot yên Tirkiyê 2 endamên herî bilind yên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, li çîyayê Ezmer ê Silêmaniyê kuştine.

Li 15 Cotmeha îsalê wexta ku nûçeya kuştina 2 wilatîyên ne naskirî li çiyayê Ezmer ê Silêmaniyê hat belavkirin, ti zanyarî li ser wê bûyerê ne derketin holê, piştre hat belav kirin kesên ku hatine kuştin, du Qadroyên herî bilind ên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bûn.
Îro roja sêşemî 22/10/2019an û piştî derbasbûna 7 rojan ji bûyerê, asayşa Herêma Kurdistanê, di beyaneke nivîskî de piştrast kir ku kesên li 15 Cotmehê li çiyayê Ezmer hatine kuştin, du kadrên bilind yên PKK’ê bûn bi navê (Cemîl) û (Demhat).

Di beyanê de hatiye: li demjimêr 17:10 bo 17:15 a êvara roja 15/10/2019an, balefireke bê pîlot a Tirkiyê li çiyayê Ezmerê, endamên bilind yên PKK’ê (Cemîl û Demhat) ku endamên koma civakên Kurdistanê KCK’ê ne, kirine armanc û kuştine.

Hemwext asayşê dest nîşan kir ku ew herdu Qadroyên PKK’ê bê destûr û agehya Hikûmeta herêma Başûr hatbûn Silêmaniyê, balefirên Tirkiyê jî ew di nav xelkê sivîl de kuştine.

Asayşa herêma Kurdistanê ev bûyer bi metrisîdar wesf kir, hemwext bi pêşêlkarî li ser ewlehiya Silêmaniyê ku li ciyeke geştyarî balefirên bê pîlot ên Tirkiyê operasyon lê kirine.

Asayşa Herêmê bang li hemû aliyan û Hikûmetên Kurdistanê û Îraqa federal dike ku xaka herêmê ji bo ti êrîşan neyê bikaranîn.

Pustên heman beş