KOBANÊ BÊDENGİYA CİVAKA NAVNETEWEYÎ ŞERMEZAR DİKE

KOBANÊ BÊDENGİYA CİVAKA NAVNETEWEYÎ ŞERMEZAR DİKE

Bi hezaran wilatîyên bajarê Kobanê îro xwepêşandan li navenda bajar kirin, wan bêdengiya civaka navneteweyî li derbara dagîrkariya Tirkiyê herî zêde şermezar kir.

Gelê Kobanê îro roja sêşemî 22/10/2019an, xwepêşandan li qada bi navê şehîd Egîd a navenda bajarê Kobanê encam dan, û bi hezaran wilatîyên Kobanê û gundewarê wê lihev kom bûn û bi siloganên cuda, bêdengiya civaka navneteweyî li derbara êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê û wan tawanên ku li rasta gelê Rojava pêktîne, şermezar kirin.

Di xwepêşandanê de hevserokê desteya karubarên civakî a herêma Firatê, Silêman Keşîş axivî û got: tişta ku Tirkiyê navê “Kaniya Aştiyê” lê dike di encama wê de bi sedan dibistan û sazî hatin rûxandin, bi hezaran xwendkar ji dibistanên xwe dûr ketin û komkujî li dijî gelê aşitîxwaz ku ji berya hezaran salan bi hevre dijîn, pêk anî.

Silêman tekez kir ku yekîtîya Erebî, kurdî û Ermenî şeklên herî baş ji berxwedana dîrokî a gelê Sûriyê li dijî dewleta Tirk a dagîrkar, derxist holê.

Ji aliyê xwe ve, endamê komîteya karubarên ol û baweriyan Îbrahîm Remo got: tekane rêya li dijî dewleta Tirk a dagîrkar yekîtîya Gelêrî, hev girtin û guh nedana şerê Piskolojîk û çapemenî ye.

Arteşa Tirkiyê li 9 Cotmeha îsal êrîşa dagîrkarî a li ser Rojava Kurdistanê li bin navê “Kaniya Aştiyê” dest pê kir û zirarên canî yên herî zêde bi gelê Rojava xistin, bi awayekî ku li hinek navendên navneteweyî navê “Kaniya Xwînê” li wê operasyonê kirin, bi taybetî piştî ku hinek rêxistinan tesbît kirî ku arteşa Tirkiyê çekên qedexe kirî li Rojava bikar anîne.

Pustên heman beş