Ji destpêka êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê, nêzî 5 hezar koçberên Rojava Kurdistanê hatine Herêma Başûrê Kurdistanê, lê desthilata Rojava pisgirêkan bo wan koçberan dirist dike ku dixwazin derbasî Başûr bibin.
Wezîrê navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku heya niha 5 hezar penaberên Rojava Kurdistanê ji ber şer hatine Herêma Kurdistanê.
Li derbarê hatina koçberên Rojava Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand: Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê wezaretên peywendîdar erkdar kirine ku bi baştirîn şêwe pêşwaziyê li koçberan bikin, lewma jî amadekarî ji bo hatina koçberan hatiye kirin û heya niha 5 hezar koçber hatine Herêma Kurdistanê.
Ehmed weha got: koçberên Rojava li aliyê Rojava pisgirêk ji wan re derdikeve û neçar dibin ku bi qaçaxî werin Herêma Kurdistanê û pereyan didin heya ku xwe bigihînin vir.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê weha domand: wek berê sînorê me bi Rojavayê Kurdistanê re vekirîye û alîkariyên mirovî ji bo Rojava tên şandin. Lê belê li aliyê Rojava pisgirêka hatina Başûr ji koçberan re derdikeve.”