LEŞKİRÊ RÛSYAYÊ DERBASÎ KOBANÊ DİBE

LEŞKİRÊ RÛSYAYÊ DERBASÎ KOBANÊ DİBE

Ji bo bicî kirina lihevhatina Soçî a li navbera Rûsya federal û Tirkiyê li derbara bakûra Rojhilata Sûriyê hatî îmze kirin, îro hinek hêzên Rûsyayê derbasî bajarê kobanê bûn.

Hêzeka leşkirî a Rûsya federal îro roja çarşemî 23/10/2019an, li alê Rojhilata Firatê dest bi hereketên xwe kirine û ber bi alê Kobanê hereketa xwe berdewam kir.

Ev hereket ji bo dest pê kirina gerên hevbeş ên li gel arteşa Tirkiyê ne ku duh Potîn û Erdogan lihevhatin li ser kirine.

Li vê derbarê de, Hikûmeta Rûsya federal ti zanyarî nedan, lê belê eşkere kir ku divê navendên petrola bakûra Sûriyê li bin kontirola Dîmeşqê de bin.

Nerîngeha Sûriya a mafên mirovan tesbît kirine ku yekeyên Rûsya federal ku derbasî kobanê bûne, ji yekeya polîsên leşkirî bûne.

Pustên heman beş