Lİ EFRÎNÊ 5 ÇETEYÊN TİRKAN HATİN KUŞTİN

Lİ EFRÎNÊ 5 ÇETEYÊN TİRKAN HATİN KUŞTİN

Hêzên ku navê yekîneyên Rizgariya Efrînê li sere, di çalakiyekê de ku navê Tolhildanê lê kiriye, 5 çeteyên Tirkiyê li sînorê Efrînê kuştin, hemwext dest danî ser hinek çekan de.

Hêzên Rizgariya Efrînê îro roja çarşemî 23/10/2019an, di beyaneke nivîskî de tesbît kir ku hêzên wan 5 çeteyên Tirkiyê li sînorê Efrînê kuştin, ev jî tekista wê beyanê ye:

Hêzên me çalakiyên xwe yên di çarçûveya Tolhildanê de li dijî arteşa Tirk a dagîrkar de û çeteyên wê bê navber didomînin.

Di dîroka 22 cotmehê de li gundê Meryemîn ê girêdayî navçeya Şerayê li dijî çeper û baregehên çeteyên arteşa Tirk a dagîrkar de, hêzên me çalakiyek bi şêwazê serdagirtinê li dar xistin.

 di encamê de baregehek bi temamî hat rûxandin, 5 çete hatin kuştin û 1 çekê  ak-47, 1 Termal bi Cureyê Aselsan û rextek ji aliyê hêzên me hat desteser kirin.

Her weha me di daxuyaniya xwe de ragihandibû, di çalakiya dîroka 11 cotmehê de ku li gundê Meryemîn li dijî baregehekê arteşa Tirk hatbû li dar xistin, 2 leşkerên ku brîndar bibûn, 1 ji wan leşkerên brîndar hat zelal kirin ku di nexweşxaneyê da miriye.

Pustên heman beş