HSD’e dibêje wan ji duh ve 50 çeteyên Tirkan kuştine
Hêzên Sûryaya demokratîk eşkere kir li 24 saetên derbasbûyî de, wan nêzî 50 çeteyên Tirkiyê ên arteşa azad a Sûriyê kuştine, hemwext ragihand; tevî ku agirbest dest pê kiriye, lê belê Tirkiyê bi t awayekî êrîşên xwe ne sekinandine.
HSD’ê beyaneke nivîskî a çalakiyên 24 saetên derbasbûyî li enyên Serêkaniyê û Girê Sipî weşand ev jî tekista wê ye:
Artêşa dagirkar di 22`ê mehê de jî êrîşên xwe neda sekinandin.
Serêkaniyê
Komên çete xwestin bi seyareyên zirxî xwe nêzî çeperên şervanên me bikin. Hêzên me bi armanca parastinê bersiv dan vê tevgerê û çeteyek hat kuştin.
Dêrik
Balafirên keşfê û yên şer yên artêşa dagirker li ser herêmê di tevgerê de bûn. Artêşa dagirker di dîroka 22`ê mehê de li ser xeta sînor liv û tevgera xwe bi seyareyên sivîl domand.
Herêmên Kobanî û Eyn Îsa
Di dîroka 22`ê mehê, di seet 9`ê sibê de komên çete û artêşa dagirker bi hejmareke mezin, seyareyên zirxî, çekên giran û bi piştgiriya balafirên bê mirov xwestin êrîş bibin ser gundê Çelbê. Hêzên me bersiv dan êrîşan û heya saet 12 şerên giran qewimîn. Li vir gelek kuştî û birîndarên artêşa dagirker çêbûn. Dîsa di şerê li derdorê gund ku heya êvarê berdewam kir de bi kêmanî 50 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, seyareyek zirxî hat rûxandin.
Di encama bersivdana hêzên me li dijî êrîşan, bi kêmanî 50 çete hatin kuştin, seyareyek zirxî û motorek hatin rûxandin.
Hevalê me Sebrî, di şerê li gundê Celbê de bi awayekî lehengî heya fişeka xwe ya dawî şer kir. Heval Sebrî piştî ku di encama brîndariya hevrêyên xwe de di dorpêça komên çete de ma, ji bo ku nekeve dest bi bombeya xwe çalakiyek fedaî pêk anî û şehîd ket. Hevrê Sebrî, di xeta Arîn û Barînan de, di kêliyên ku dijmin bawer dikir gihîşt armanca xwe de bi armanca perçekirina dorpêça dijmin çalakiyek fedaî pêk anî. Em ê agahiyên nasnameya rêheval Sebrî pişt re bi raya giştî re parve bikin.
Di vê berxwedanê bi giştî de 16 rêhevalên me şehîd ketin û 13 hevalên me brîndar bûn.”