TİRKİYÊ ŞAREDARİYA SERÊKANİYÊ BORDOMAN KİR

TİRKİYÊ ŞAREDARİYA SERÊKANİYÊ BORDOMAN KİR

Hemwexta destpêkirina lihevhatina agirbesta nû a Bakûra Rojhilata Sûriyê, îro balefirên bê pîlot ên Tirkiyê li baregeha şaredariyeke bajarê Serêkaniyê xist û zirarên mezn pê xistin.

Îro roja çarşemî 23/10/2019an, balefireke bê pîlot a arteşa dagîrkar a Tirkiyê ku ji serê sibê li asîmanê bajarê Serêkaniyê karên keşfê dikirin, moşek avêtin baregeha şaredariyeke sînorê bajar û zirarên mezin pê xistin.

Li gor çavkaniyan, Balefirên bê pîlot baregeha şaredariya bi navê (Şeib) li gundê Zirkan ê sînorê Serêkaniyê kirin armanc.

Tirkiyê û Rûsya federal duh şevê lihevhatina agirbesta bakûra Rojhilata Sûriyê îmze kir û li gur wê, agirbest wê ji bo 150 saetên din were domandin, li saeta 12:00an a îro roja çarşemî, agirbestê dest pê kir û ev jî dibe pêşêlkarî ji bo lihevhatinê.

Pustên heman beş