Koçka seroktiya Rûsya federal gefên tund dan Yekîneyên Parastina Gel û pêre go ku ger hûn paşve ne zivirin, wê bibin nêçîra arteşa Tirkan.
Koçka seroktiya Rûsya federal Kirimlênê îro roja çarşemî 23/10/2019an li ser zarê Berdevkê xwe Dêmêtrî Pîskof daxuyanî li derbara lihevhatina li gel Tirkiyê da û weha têde got: pêwîste YPG’e ji navçeyên herêma ewlehiyê vekşe, eger ne wê bibin nêçîra êrîşên Tirkiya.
Pîskof dibêje: Emerîka nêzîktirîn dost û hevpeymanên kurdan bû, lê belê wan îxanet li kurdan kir.
Hemwext eşkere kir, ger bi Emerîkayê be, kurd wê li xeta temasê hereketên xwe bidomînin û wê tevlî cengeke bê dawî li gel Tirkiyê bibin.
Berdevkê koçka seroktiya Rûsya gelek bi zelal axvî û got: ger kurd venekşin, li wê demê wê bibin nêçîrek ji bo arteşa Tirkiyê.
Duh roja sêşemî wlatên Tirkiyê û Rûsya federal lihevhatinek li derbara bakûra Rojhilata Sûriyê li bajarê Soçî îmze kirin, li gur wî lihevhatinê, pêwîste hêzên kurdî bi kûrahiya 30 kîlometran ji navçeyên ku wê bibin herêma aram paşde bizivrin.