Polîsên leşkirî yên Rûsiya federal û arteşa Tirkiyê yekemîn gera hevbeş li Rojava Kurdistanê pêk anîn, gerên hevbeş li navçeyên ku HSD’ê xwe lê vekşandiye, hatin kirin.
Duh roja çarşemî 23/10/2019an hemwexta derbasbûna Polîsan leşkirî yên Rûsiya federal bo sînorê Kantona Kobanê, yekemîn gera hevbiş li gel arteşa Tirkiyê li wê navçeyê, her weha li navçeyên Bakûrê Rojhilata Sûriyê pêk anîn.
Gera hevbiş a çavdêryê li gur lihevhatina bajarê Sûçî ye ku li roja sêşemî 22 cotmehê Receb Teyîb Erdogan û vladîmêr putîn îmze kirîn.
Di xala pêncemîn a lihevhatina Sûçî yê dea weha hatiye: li roja çarşemî 23/10/2019an li saeta 12:00 nîvrojê, gerên hevbeş ên çavdêriyê li navbera Polîsan federal ên Rûsiya û arteşa Tirkiyê wê werin pêkanîn.
Lihevhatina Enqerê û Mosko dibêje: pêwîste di wexta 150 saetan de hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e bi kûrahiya 30 KM vekşin, polîsên leşkirî ên Rûsyayê wê çavdêriya vekşîna wan bikin.