Sekreterê giştî yê partîya Pêşvero ya kurdî li Sûriyê, Ebdulhemîd Derwîş îro serê sibê roja pêncişemî 24/10/2019an, li Nexweşxaneyeke Dîmeşqê paytexta Sûriyê koça dawyê kir.
Partîya Demokrata Pêşvero ya kurd li Sûriyê got: “sekreterê giştî yê partiyê, tekoşer Ebdulhemîd Derwîş di saeta 2:00 berbanga sibeha îro pêncşemê 24/10/2019an koça dawî kir.
Komîteya navendî ya partiyê bi bîr xist ku Ebdulhemîd Derwîş wê li gundê wî Qurmaniyê yê ser bi bajarê Dirbasiyê sibe roja înî 25ê cotmehê bê veşartin. Wê karwanê oxirkirinê ji pêş sitada 12ê Adarê ya bajarê Qamişlo, bi rê bikeve.
Komîteya navendî ya partiyê îşaret pê kir ku wê merasîma sersaxiyê li bajarê Qamişlo îro dest pê bike û bo dema 3 rojan berdewam be.
Sekreterê giştî yê partîya Demokrata Pêşvero ya kurd li Sûriyê Ebdulhemîd Derwîş li sala 1930an li gundê Qurmaniyê ser bi navçeya Dirbasiyê hatiye dinyayê.
Ebdulhemîd Hac Derwîş ji damezrînerê tevgera siyasya kurdî ye li Sûriyê. Gelek erkên girîng di partî û rêxistinên siyasî de hilgirtin, li dawiyê ji weke sekreterê giştî yê partîya Demokrata Pêşvero ya kurd li Sûriyê hat hilbijartin.