SERKİRDÊN PKK’Ê “GUL ÇÎYA Û TEKOŞÎN BATMAN” Lİ GAREY HATİN BERTEREF KİRİN

SERKİRDÊN PKK’Ê"GUL ÇÎYA Û TEKOŞÎN BATMAN" Lİ GAREY HATİN BERTEREF KİRİN

Balefrên cengî ên Tirkiyê îro berteref kirina du serkirdên yekîneyên jinên azad ya Partiya Karkerên Kurdistanê li çiyayê Gare ê herêma Başûrê Kurdistanê ragihand.

Hat tesbît kirin, îro roja pêncişemî 24/10/2019an balefirên cengî ên Tirkiyê hereketên PKK’ê li çiyayê Gare bomb baran kirine û 2 serkirdên jin ên wê partiyê bi navê “Serwet Aydin û Soylemez Yaşar ” hatine berteref kirin.

Wezareta parastina neteweî a Tirkiyê eşkere kir, “Serwet Aydin û Soylemez Yaşar” di kategoriya sor ya dewleta Tirkiyê de tesbît kirî bûn.
Ev operasiyon teşkîlata îstixbaratê û arteşa Tirkiyê bi hemahengî pêk anîne.

Çavkaniyên arteşa Tirkiyê eşkere kirine, Serwet Aydin bi kod navê “Gul çîya” û Soylemez Yaşar a bi kod navê “Tekoşîn Batman”, bi moşekên balefirên F16an hatine hedef kirin.

Serwet Aydin Endama Konseya eskerî a (YJA-STAR) ê û Konseya PKK/PJK’ê bû, hemwext Soylemez Yaşar ku di heman operasiyonê da hat berterefkirin berê weke berpirsa (YJA-STAR)ê ya qada Gare bû.

Pustên heman beş