MEZLÊM DİBÊJE ÇARENİVÎSA HSD’Ê DİGEL ARTEŞA SÊRİYÊ YE

MEZLÊM DİBÊJE ÇARENİVÎSA HSD'Ê DİGEL ARTEŞA SÊRİYÊ YE

Mezlûm Ebdî: Lihevhatina Soçî xizmeta gel nake

Fermandarê giştî yê hêzên Sûryaya Demokratîk radgihîne, lihevhatina Soçî xizmeta gel nake û wan helwesta xwe bi Rûsyayê re parvekiriye, hemwext behsa guherînan kir û bi pêwîst zanî, HSDê taybetmendiya xwe di çarçûveya arteşa Sûriyê de hebe.

Fermandarê giştî yê (HSDê) Mezlûm Ebdî îro roja pêncşemî li bajarê Hesekê civîneke çapemeniyê saz kir û Mijara agirbest û lihevkirina li Soçiyê û guherîn nirxandin.

Ebdî îşaret kir heta niha tu lihevkirinên wan bi Tirkiyê re çênebûn, tenê agirbest heye, lê komên girêdayî dewletaTirk agirbestê bin pê dikin û êrişên xwe didomînin. Ebdî bang li wilatên garantîkar kir erkên xwe yên li hemberî van bin pê kirinan pêk bînin.

Ebdî diyar kir, Emerîkayê xwest di aliyê dîplomasî û abûrî de bi rêya feriz kirina sizayan şer rawestîne û Tirkî neçar kir ku agirbestê îlan bike.

Di beşeka din ya gotinên xwe da Mezlûm Ebdî got: “Bi hêzekê tenê aloziya Sûriyê çareser nabe, hebûna Emerîka dê bandoreke baş di peydakirina çareserya siyasî de bike, serokTiramp jî ev yek piştrast kir”.

Li derbara koçber bûna gel, fermandarê HSDê destnîşan kir ku jiber êrşênTirkiyê derdora 400 hezar kesan koçber bûne.

Ebdî destinîşan kir ku wan nerîn û daxwaziyên xwe yên têkildarî lihevkirina Soçiyê bi Rûsya re parvekirine û got: “Em her 10 madeyan qebûl nakin, fikarên me li ser hene ji berku li dijî berjewendiyên gelê me ne”.

Her wiha di Mijara çarenivîsa hêzên Sûryaya demokratîk de, Ebdî diyarkir, HSDe bi çareseriya siyasî li Sûriyê reye bi şertê ku taybetmendiya wê di nav arteşa Sûriyê de hebe.

Pustên heman beş