Arteşa Tirkiyê û çeteyên wê di çarçûveya arteşa azad a Sûriyê da car din agirbestê binpê dikin û îro ji serê sibê dest avêtine topbaran kirina gundên Serêkaniyê.
Çavkaniyên Rojava Kurdistanê îro roja şemî 26/10/2019an eşkere kirin, çeteyên Tirkiyê di çarçûveya arteşa azad a Sûriyê da, ji serê sibê ya îro gundê Dawudiyê yê bajarê Serêkaniyê bi çekên giran topbaran kirin.
Hemwext balefirên bê pîlot yên Tirkiyê li asîmanê navçeyê gerên wê hene û çavkaniyan eşkere kir ku ew firîn amadekariya êrîşekê nu ne.
Êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li 9 cotmeha îsal 2019an li ser Rojava Kurdistanê dest pê kiriye, îro roja şemî êrîş derbasî roja 17an bû, 2 caran agirbest çêbûye ku niha agirbesta 150 demjimêran dimeşe, lê Tirkiyê û çeteyên wê ti pabendî pê ne kirine û ji roja îlan kirinê, wê êrîşên xwe ne sekinandine.