Lİ SÎNORÊ ZİRGANÊ HSD’E Û ÇETEYÊN TİRKİYÊ ŞERÊN GİRAN DİKİN

Lİ SÎNORÊ ZİRGANÊ HSD’E Û ÇETEYÊN TİRKİYÊ ŞERÊN GİRAN DİKİN

Li kêliya navçeya Zirganê ya ser b bajarê Serêkaniyê, nîv roja îro, çeteyên Tirkiyê êrîşa bejayî pêk anî û HSD’ê êrîş bersiv da.

Arteşa Tirkiyê û çeteyên wê îro roja şemî 26/10/2019an piştî ku sînorê Serêkaniyê topbaran kirî, êrîşa bejayî birine kêliya navçeya Zirganê ya heman herêmê.

Çavkaniyên Rojava eşkere kirin, balefirên bê pîlot gundên Mirêkîs û Babilxêr yên ser b navçeya Zirganê ya herêma Serêkaniyê kirin armanc û bi çekên giran topbaran kirin.

Li vê derbarê de, hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e dibêje: hêzên wan di çarçûveya xweparastina rewa de, berisva êrîşa çeteyên Tirkan dane.

Çavkaniyên Rojava Kurdistanê tevî ku ti pêzanîn li derbara zirarên şer xweya nekirin, lê belê îşaret kir ku şereke giran li derdûra Zirganê tê kirin.

Duh roja înî 25/10/2019an, çeteyên Tirkiyê yên arteşa azad car din êrîşa ser navçeya Zirganê kirbû, lê belê rastî bersiveke tund a HSD’ê bûn û zirarên canî dîtin.

Pustên heman beş