KEÇEKÊ Dİ TOPBARANA TİRKİYÊ DA CANÊ XWE Jİ DEST DA

KEÇEKÊ Dİ TOPBARANA TİRKİYÊ DA CANÊ XWE Jİ DEST DA

Arteşa Tirkiyê bi balefirên bê pîlot û çeteyên wê bi çekên giran, nîv roja îro gundekê Serêkaniyê topbaran kirin û Keçekê canê xwe ji dest da.

Êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê bo roja 17an di dome, her çend ku agirbest niha dimeşe, lê di topbarana nîv roja îro roja şemî 26/10/2019an de li gundê (Xerbet Qerac) ê ser b bajarê Serêkaniyê, Keçekê canê xwe winda kir.

Çavkaniyên Rojava dîmenên wê keçê ku ji pêkhata Erebe û navê wê (Xewle Xidire) li Nexweşxaneyeke Tiltemirê weşandine û têde wiha xweya dibe ku birîna wê keçê li sînga wê deye.

Gundê (Xerbet Qerac) ku dikeve nêvbera navçeyên Tiltemirê û Serêkaniyê da, îro jî rastî topbaraneke tund a çeteyên Tirkiyê hat.

Pustên heman beş