GERMA Lİ QERİSÊ Û ERDEXANÊ Lİ BİN SİFRÊ YE

GERMA Lİ QERİSÊ Û ERDEXANÊ Lİ BİN SİFRÊ YE

Midurîyeta seqanasiyê li Qerisê û Erdexanê yên Bakûrê Kurdistanê îro roja şemî 26/10/2019an eşkere kir, bi şev germahiya hewayê dadikeve bin Sifrê de.

Li gor daxuyaniya midurîyeta seqamenyê a 12 mîn li Bakûrê Kurdistanê, hewa wê ewirsayî be ji ber ku germa ya hewayê wê li gor dem salê be û ji aliyê bakûr û bakûrê Rojhilatê jî, car caran ba wê rabe.

Li Erdexanê bi şev germa hewayê ya herî kêm di bin Sifrê de ye, li Qerisê 4, li Agiriyê 1, li Erizromê 2, li Îdirê 5, li Erzîncana 6 û li Dêrsimê jî 9 pile hat pîvan.

Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Dêrsimê û Îdirê 21, li Erzîncana 20, li Agiriyê 17, li Qers û Erdexanê 16, li Erizromê 15 pile tê payîn.

Pustên heman beş