Lİ ÊLEHÊ Bİ SEDEMA OPERASİYONÊ QEDEXE TÊ ÎLAN KİRİN

Lİ ÊLEHÊ Bİ SEDEMA OPERASİYONÊ QEDEXE TÊ ÎLAN KİRİN

Bi sedema operasiyonên arteşa Tirkiyê li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, li Êleha Bakûrê Kurdistanê qedexeya saz kirina çalakiyan bo 15 rojan hat îlan kirin.

Parêzgehîya Êlehê di daxweyaniyeke nivîskî de ku îro roja şemî 26/10/2019an weşandiye ragihand, ji roja duşemî ku dibe 28/10/2019an heya 15 rojên din li Êlehê çalakî hatin qedexe kirin.
Parêzgehîya Êlehê îşaret dike ku ji bo parastina can û malê welatiyan, asayîşa neteweî, maf û azadîyan hemwext rêgirtin li belav bûna bûyerên tundutîjî yê, qedexe dijî çalakiyên fermî wê hebe.

Çalakiyên ku wê qedexe li ser were bicî kirin, weke civîn, meş, xwepêşandan, vekirina standinan û mîtîngên giştî ên bê destûra parêzgehîyê.

Pustên heman beş