Serokê wîlayetên yekbûy ên Emerîka êvara îro roja yekşemî, kuştina xetertirîn terorîstê cîhanê Ebubekr Bexdadî yê rêberê rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê ragihand.
Serokê Emerîkayê êvara îro roja yekşemî 27/10/2019an, civîneke çapemeniyê lidarxist û têde eşker kir, arteşa Emerîkayê îro li saet 5:00 serê sibê, serkirdê terorîstan yê bi navê “Ebubekr Bexdadî” rêberê rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê kuşt.
Tiramp weha axvî: Bexdadî li dema ku pêzanî wê bi dîl were girtin, xwe teqand û sê xortên xwe li gel xwe kuştin, wî bi rêya kemereke mîn kirî xwe teqand.
Serokê Emerîkayê tesbît kir ji ber xwe teqandinê, ceseda Bexdadî jinav çûye, lê belê têstên DNA ser rast kirine ku kesê hatiye kuştin, Ebubekrê Bexdadî bi xwe ye.
Serokê Emerîkayê dibêje: tevî ku li sê salên rabûrî Emerîka bi dûv ciyê Bexdadî digeriya, lê belê li 2 hefteyên rabûrî wan teqîbeke herî zêde kir û karîn serketîyane operasiyona kuştina wî bicî bikin.
Li derbara ciyê ku rêberê DAIŞ’ê lê hatiye kuştin, Donald Tiramp dibêje: wexta ku Bexdadî hatiye hesar dan wî xwe li nava tonêlekê de teqand, sê xortên xwe jî li gel xwe kuştin, operasyonê du saetan dewam kir.
Tiramp di beşeka gotinên xwe da got: me Bexdadî weke kuçikekê kuşt û cîhan selamet bû.
Serokê Emerîkayê sipas ya welatên ku beşdarî operasyona kuştina Bexdadî bûne weke Rûsya federal û Îraqê, hemwext got: em sipas ya kurdên Sûriyê dikin ku alîkar bûn ji bo kuştina Bexdadî digel me de.