BARZANÎ: KUŞTİNA BEXDADÎ WATEYA Bİ DAWÎ HATİNA DAIŞ’Ê NÎNE

BARZANÎ: KUŞTİNA BEXDADÎ WATEYA Bİ DAWÎ HATİNA DAIŞ’Ê NÎNE

Serokê partîya Demokrat a Kurdistanê îro ragihand, kuştina Ebubekr Bexdadî wê bandorê li ser lawaz bûna terorîstan bike, lê belê ev kuştin bi wateya bi dawî bûna DAIŞ’ê nayê.

Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê, Mes’ûd Barzanî êvara îro roja yekşemî 27 cotmehê peyamek li derbara kuştina Ebubekr Bexdadî belav kir, ev jî tekista wê ye:

Bêguman her kesek tawanbar û qatilê xelkê bêguneh be, zû yan dereng her wê bi sizayê xwe bigehe. Raste kuştina Ebubekr Bexdadî bandorê li ser lawaz bûna terorîstan dike, lê belê girîng eve ku hemû aliyek bi taybetî civaka navdewletî agahdar bin ku kuştina Bexdadî wateya bi dawî hatina DAIŞ’ê nîne û pêwîste hemû aliyek hişyar bin û li şerê dijî teror û rîşekêşkirina terorê de hemaheng û berdewam bin.

Mes’ûd Barzanî

27/10/2019

Pustên heman beş