RÛSYA FEDERAL ÇAVDÊRİYA VEKŞANDİNA HSD’Ê DİKE

RÛSYA FEDERAL ÇAVDÊRİYA VEKŞANDİNA HSD’Ê DİKE

Polîsên leşkirî ên Rûsya federal, îro gereke din a çavdêriyê li naveçeyên sînorî ên Tirkiyê û Sûriyê pêk anî, bi mebesta çavdêriya vekşandina hêzên Sûryaya demokratîk.

Serokê Rûsya federal û Serokê Tirkiyê li ser vekşandina hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e lihevatin kirine, li gur lihevhatinê, HSD’e wê bi kûrahiya 30 KM ji navçeyên ku wê bibin herêma ewlehiyê vekşe, vekşîna hêz û çekên wê jî didome.

Rûsya federal weke di lihevhatina Soçî yê de hatî tesbît kirin, polîsên leşkirî li Bakûrê Rojhilata Sûriyê li Rojhilata Firatê bicî kirine, bi mebesta çavdêriya vekşîna HSD’ê û her wiha Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û îro roja duşemî 28/10/2019an, polîsên Rûsyayê gereke din a çavdêriyê li navçeyên Qamişloyê, Kefîre Koza û E’cemyê pêkanîn û çavdêriya vekşîna HSD’ê kirin.

Her li gur lihevhatina Soçî yê, wexta 150 saetan bi hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e hatiye dayîn ku hêzên xwe bi çekên wan ve ji Rojhilata Firatê vekşîne, êvara sibe roja sêşemî 29/10/2019an ew 150 saet wê biqede.

Serokê Tirkiyê Recebîb Erdogan li rojên rabûrî hişyarî daye û go ku heger HSD’e venekeşe û 150 saet biqede, emê operasiyona Kaniya Aştiyê ji wê dera ku me lê sekinandî bidomînîn.

Pustên heman beş