Plansaziyek heye ku Serok Wezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê, li rojên bihê serdana Tirkiyê bike û civînekê bi Serok Komar Erdogan re pêk bîne.
Îro roja duşemî 28/10/2019an hat îlan kirin ku Plansaziyek heye, Serok Wezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li rojên bihê seredanekê ji bo wilatê Tirkiyê pêk bîne û li vê serdanê de, Mesrûr Barzanî wê hevdîtnê bi Receb Teyîb Erdogan serokê Tirkiyê re pêk bîne.
Li vê derbarê de, Berdevkê Koçka Seroktiya Tirkiyê Îbrahîm Kaln, îro daxweyanî da û weha axvî: di berê de plansazî ji bo serdana Mesrûr Barzanî ji bo Enqerê hatiye danan, lê belê Kaln eşkere nekir ku ev serdan wê li ç demekê were pêk anîn.
Çavkaniyên Tirkiyê hemwexta daxweyanîya Kaln tesbît kirine ku serok wezîr Mesrûr Barzanî wê li dawiya vê heftiyê were Enqerê û li gel Erdogan civîn wê were lidarxistin.