Çûna Pêşmerge bo Kobanê û salvegera 7mîn a biryara dîrokî

salvegera-koban1

Îro 7 sal li ser şandna Pêşmergehan ji bo Kobanê derbas dibin, di rojeke weke îro de li sala 2014an, Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê hêzên wê yên çekdar, ferman kir hêzên Pêşmerge li hawara Kobanê de biçin ji bo ko nekeve dest tekfîriyên dewleta Îslamî (DAÎŞê), perlemena Kurdistanê her di zû de û li ser fermana Serok civîneke bilez pêk anî û piroje biryara hejmar 28 li 22yê çirya yekemîn a sala 2014an pejrand, piştre li 28 heman mehê, yekemîn hêza Pêşmergehan bi çekên xwe yên giran ve, sînorê Tirkiyê bezand û derbasî Rojava Kurdistanê bû, ev hêz ji 150 Pêşmergehan pêk dihat, wan hevsengiya hêzê guherand û rê neda Koban bê rumet bibe, belku di demeka herî zû de, serketina wan weke çîrokeke efsaneyî li tevî cîhanê belav bû.
Ev yekemîn car bû ku bi awayeke fermî hêzeke leşkirî a Kurdî li ser xaka komara Tirkiyê de derbas dibe, bi mebesta alîkarî kirina parçeyek din ji Kurdistanê, ev yek bi bûyereke dîrokî ya herî giring hate meyze kirin.

Pêşmerge li Kobanê û salvegera 5mîn ya biryara dîrokî

Çûna Pêşmergehan bo Kobanê hengaveke girîng bû ji bo «Netewe Saziya» gel

Li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd li Hewlêrê û Dihokê heya Zaxo li ser cadeyan rêz bûn ji bo pêşwazî kirinê li «Karwanê Rumetê» wan bi gul û moraleke beriz ya neteweyî Pêşmerge pêşwazî kirin, Kurdên Rojhilata Kurdistanê sereray wê yekê ku rejîma Îranê rêkarên tund girtin ber ji bû ku Kurdên wê derê piştevaniyê nekin, lê belê li piranya bajaran Kurd hatin nav cadeyan û bi xwenîşandanên aşitiyane piştevaniya çûna Pêşmergehan ji bo Kobanê kir, li Bakûrê Kurdistanê jî Kurd li hemû bajaran ketin ser cadeyan ji bo ku pêşwaziyê li Pêşmergehan bikin, bi kurtî ev yek bû sedema dirust bûna hengaveke giring û hestiyar ji bo “Netewe Saziya” Kurdan.
Dibe ji aliyê leşkirî ve çûna 150 Pêşmergehan karekê pir giring nebe û ev hejmar nebe egera guherîneke bingehîn di arasta şer de, lê belê ev yek bi temamî bi Ekis derket, ji ber ku li dema gihiştina karwanê Pêşmergehan ji bo Kobanê, li wê demê tenê 20٪ a bajarî di dest Şervanan de ma bû 80% DAÎŞê dagîr kir bû.
Pêşmergehan her di gel gihiştina xwe tevlî eniyên şer bûn û her di zû de hevsengiya hêzê guherand û gurzên herî giran li terorîstan dan.
Çûna Pêşmergehan ji aliyekê bû sedema beriz bûna morala Şervanan û ji aliyeke din ve bi gihiştina Pêşmergehan û çekên wan yên giran her tişt hat guherîn, Şervan ji bergiryê ketin di asta êrîş birinê de, Pêşmergehan weke hêzeke piştevaniyê dest bi topbaran kirina navendên terorîstan kir û di wexteka herî kêm de, karîn çeteyên DAÎŞê paşde bibin û bajarê Kobanê ji ketinê bi parêzin.
Pêşmergehan di dema 25 rojan de şiyan 65٪ ji xaka bajarê Kobanê vegerînin ku DAÎŞê girtibû, di dema 45 rojan jî de pêtir ji 85٪ ji wê rûbera di dest çeteyan de rizgar kirin.

Pêşmerge li Kobanê û salvegera 5mîn ya biryara dîrokî

«Li gel temam bûna erka pîroz, Pêşmerge vegerîn, wan weke PKKê nekir wexta 2 gulle li Şengalê û hinek navçeyên Başûr avêtîn û piştre xwe bi xwediyê wan navçeyan zanî»

Hêzên Pêşmergehan û Şervanan cengeke bê wêne li Kobanê kirin, paş tevlî bûna Pêşmergehan di qada şer de û li gel derbasbûna 7 mehan, wan Koban pir bi rumet kir, Koban neket û çeteyên tekfîrî yên dewleta Îslamî baz dan, piştre û li gel temam bûna erka pîroz, Pêşmerge careke din vegerîn Başûra Kurdistanê, Pêşmergehan weke PKKê nekir wexta wan 2 gulle li Şengalê û hinek navçeyên Başûr avêtîn û xwe bi xwediyê wan navçeyan zanî, berevajî PKKê, Pêşmergehan 7 mehan şer ji bo birayên xwe li Kobanê kir û şehîd ji bo Kobanê dan, lê belê digel temam bûna erkê wan nego emê li vir bmînin ji ber ku me Koban rizgar kiriye, belku ew vegerîn Başûr û li eniyên wê berdewamî bi cenga xwe ya li dijî terorê kirin.
Di babeta çûna Pêşmergehan da jibo Kobanê û rizgar kirina wê bajarê dibe xedreke herî mezin li Mes’ûd Barzanî serokê Partiya Demokirat ya Kurdistanê hatibe kirin, jiberku bi rola parlemena Kurdistanê di razîkirina dewleta Tirkiyê de ji bo derbas bûna Pêşmergehan di xaka wê de tune bû, belku ev yek bi sedema dîplomasiyeta jîr a Barzanî pêk hat lê di raghandina Başûr de zor girîngî bi vê yekê nehat dayîn.
Çavdêrên siyasî yên navdewletî dibêjin ger diplomasiyeta Barzanî neba wê bi tu awayekî Tirkiyê rê bi derbas bûna Pêşmergehan di axa wê re nedaba, ji ber ku ev kar weke amaje pê hatî kirin bû sedema pêşdeçûn û xurt bûna hesta nasyonalîstî di nava gelê Kurd de û ev yek bi tu awayekê di berjewendiya Tirkiyê de nebû.

Pêşmerge li Kobanê û salvegera 5mîn ya biryara dîrokî

Pustên heman beş