Wezareta berevaniya Rûsya federal îro eşkere kir, bera bi dawî bûna wexta agirbestê, hêzên Sûryaya demokratîk navçeyên herêma ewlehiyê çûl kirine, lê Tirkiyê înkar dike.
Wezîrê berevaniyê yê Rûsyayê Sêrgî Şwîgo êvara îro roja sêşemî 29/10/2019an li derbara vekşandina hêzên HSD’ê ji bakûrê Rojhelata Sûriyê ragihand, hêzên kurdî xwe bi temamî ji navçeyên herêma ewlehiyê li bakûrê Rojhilatê Sûriyê ji bera bi dawî bûna wexta dest nîşan kirî ku 150 saetin, xwe bi temamî vekşandine.
Ji aliyê xwe ve Hulusî Akar, wezîrê parastina neteweî a Tirkiyê eşkere kir, hêzên Sûryaya demokratîk xwe bi temamî ji herêma ewlehiyê ne vekşandine.
Li gur lihevhatina soçî yê ku li nêvbera Tirkiyê û Rûsyayê de hatbû îmze kir, pêwîste HSD’e xwe bi kûrahiya 32 kîlometran ji sînorê Tirkiyê û rojava kurdistanê vekşe, wate bi dirêjahiya sînor.
li vê derbarê de Tirkiyê hişyarî dane ku heger wexta agirbestê bi dawî bû û HSD’e di cî de ma, ewê operasyona xwe ya Kaniya aştiyê bi domînin.