Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê îro li merasîmekê li derbara rewşa pir aloz a Îraqê axivî û wiha got: pisgirêka Îraqê ne destûre, Hikûmetek ku temena wê salek be, nikare tu çaksaziyê di vê wexta kêm de bicî biket.
Serokê herêma Başûrê Kurdistanê îro roja pêncşemî li merasîma kongireya 6emîn a Komeleya Parêzerên Herêma Başûr beşdar bû û gotar xwend, têde nerîna xwe a li derbara rewşa pir xeter a Îraqê şîrove kir.
Nêçîrvan Barzanî amaje kir, di rastî de xwepêşandan bi yek ji mafên gel tê zanîn, lê belê tu Hikûmet nikarin di wexteka herî kêm de çaksaziyê bikin, weke amaje ji bo Hikûmeta federal a bi Seroktîya Adil Ebdulmehdî.
Tişta herî girîng a Serokê herêma Başûr di gotara xwe da girîngî daye pirsa destûra Îraqa federal û li vê derbarê de got ku pisgirêka Îraqê ne destûre ji bo ku guherîn û ser rast kirina destûr were kirin.
Îro 7 roj li ser xwepêşandanên nerazîbûnê yên Îraqê derbas dibin, xwepêşandanên tevaya wilat girtine, gelê nerazî dixwaze Hikûmeta Ebdulmehdî were jinavbirin.
Bera 2 rojan û piştî rêberê rewta Sedir tevlî xwepêşandanê bû û gefa hilbijartina berwext û liser kar ladana Serok wezîrên Îraqê kirî, hinek tiwît kirine û têde bi zelalî got ku ewê kar ji bo ser rast kirina destûr bikin, herçend ku parlemena Îraqê ev yek nîqaş kir û komîta ser rast kirina destûr jî pejirandiye.
Desthilata Herêma Başûr her di zû de helwesta xwe a li derbara vê hewlê îlan kirin, Serok wezîrên Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh û îro Serokê Herêma Başûr Nêçîrvan Barzanî refza vê bîrokê kirine taybet xal û bendên peywest bi desthilatên Herêma Kurdistanê ku di destûra wilat de tesbît bûne.