BAREGEHA CEBHET ELNUSRE Lİ EFRÎNÊ HAT TEQANDİN

BAREGEHA CEBHET ELNUSRE Lİ EFRÎNÊ HAT TEQANDİN

Teqînek îro navenda Cebhet Elnusre li bajarê Efrînê ê rojava kurdistanê hedef kir û 15 çeteyên wan ên tekfîrî kuştin û brîndar kirin.

Li nav bajarê Efrînê yê rojava kurdistanê îro roja pêncişemî 31/10/2019an teqînek çêbû wexta erebeyeka mayîn kirî li beranber baregeha navenda rêxistna tekfîrî a Selefî a bi navê Cebhet Elnusre teqîyaye.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de kuştî û brîndar hene, 7 çeteyên Cebhet Elnusre hatine kuştin û 8 çete birîndar ketine.

Baregeha Cebhet Elnusre li bajarê Efrînê dikeve qada Kawayê Asinger û îro bi rêya erebeyeka mayîn kirî hat Teqandin ku ji bilî zirarên canî, şewateke mezn bi navenda baregeha Cebhet Elnusre ket.

Cebhet Elnusre ku li vê dawyê navê xwe ji bo Cebhet Elşamî yê guherandiye, rêxistineke cîhadî a Selefî ye, li destpêka şorşa sûryê li dijî rejîma Beşar Esed tekoşîn kir û nha weke çete û kirê girtîyên Tirkiyê tekoşîna xwe li dijî hêzên kurdî didomînin û beşdarî êrîşa dagîrkariya ser rojava kurdistanê jî kirine.

Pustên heman beş