RÛSYA DİBÊJE HSD’E VEKİŞYAYE Û TİRKİYÊ ÎNKAR DİKE

RÛSYA DİBÊJE HSD’E VEKİŞYAYE Û TİRKİYÊ ÎNKAR DİKE

Wezareta berevaniya Rûsya federal îro eşkere kir, bera bi dawî bûna wexta agirbestê, hêzên Sûryaya demokratîk navçeyên herêma ewlehiyê çûl kirine, lê Tirkiyê înkar dike.

Wezîrê berevaniyê yê Rûsyayê Sêrgî Şwîgo êvara îro roja sêşemî 29/10/2019an li derbara vekşandina hêzên HSD’ê ji Bakûrê Rojhilata Sûriyê ragihand, hêzên kurdî xwe bi temamî ji navçeyên herêma ewlehiyê li bakûrê Rojhilatê sûryê ji bera bi dawî bûna wexta dest nîşan krî ku 150 saetin, xwe bi temamî vekşandine.

Ji aliyê xwe ve Hulusî Akar, wezîrê parastina neteweî a Tirkiyê eşkere kir, hêzên Sûryaya demokratîk xwe bi temamî ji herêma ewlehiyê ne vekşandine.

Li gur lihevhatina soçî ku li navbera Tirkiyê û Rûsyayê de hatbû îmze kir, pêwîste HSD xwe bi kûrahiya 32 kîlometran ji sînorê Tirkiyê û rojava kurdistanê vekşe, wate bi dirêjahiya sînor.

li vê derbarê de Tirkiyê hişyarî dane ku heger wexta agirbestê bi dawî bû û HSD di cî de ma, ewê operasyona xwe ya Kaniya Aştiyê bi domînin.

Pustên heman beş