HSD’Ê EREBEYEKA ÇETEYÊN TİRKİYÊ TÊKŞİKAND

HSD’Ê EREBEYEKA ÇETEYÊN TİRKİYÊ TÊKŞİKAND

Hêzên Sûryaya demokratîk îro di çarçûveya roja 24an ya berxwedana rumetê de, erebeyeka çeteyên Tirkiyê li derdûra Serêkaniyê têkşikand.

Îro roja şemî 2/11/2019an hêzên HSD’ê li gundê Mehmûdîyê yê ser bi bajarokê Serêkaniyê, êrîşeke çeteyên Tirkiyê rawestandin û karîn erebeyeke çeteyan têkbişkênin.

HSD’ê dîmenên wê êrîşa çeteyên Cebhet Elnusre û arteşa azad a sûryê li ser gundê Mehmûdîyê weşandine û têde xweya dibe ku erebe bi moşekeke hêzên wan tê jinavbirin û dokel jê berz dibe, lê belê nexweyaye kanê çend çete têde hatine kuştin.

Hêzên Sûryaya demokratîk di beyaneke nivîskî de, eşkere kir, êrîşa li ser gundê Mehmûdîyê bi hemû dijwariya xwe ve dewam dike.

Pustên heman beş