BARZANÎ: NABE GUHERÎNA DESTÛR WERE SEPANDİN

BARZANÎ: NABE GUHERÎNA DESTÛR WERE SEPANDİN

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê û rêberê gelê kurd îro roja şemî 2ê Mijdarê peyam li derbara rewşa Îraqê weşand  tide go ku nabe guherîna destûr bê sepandin û bibe sedema paşvekêşiya binemayên demokrasiyê, ev jî tekista wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezn û dilovan

Di derbarê rewşa siyasî ya Îraqê û nerazîbûn û xwepêşandana hemwilatiyan de, em gelek dilgiranin ji bo vê rewşa ku hatye pêş û bi raya me ewa ku niha li holê de ye ya îro nîne belku ji encam û komkerên şaşîyên 15 salane. Xelkî êş û janeke zêde kişandiye û hemwelatî mafê wane daxwaza xwe hebe û nerazî bê. Ji bo wê yekê pêwîste guh bidin daxwazyên xelkê û bi tundutîjî û xwîn rêştinê pisgirêk çareser nabin.

Di gel vê de jî yek ji giriftên mezn ê Îraqê bi cî ne kirina destûre. Eger destûr wekî xwe hatiba bi cî kirin, gelek ji wan kêşeyan nedibûn ku berê û niha jî hene. Ji aliyeke din ve sedema hûrya rewşa niha yasaya hilbijartine û ji bo nemana sedema giriftan, divê yasaya hilbijartinê bi awayekî bê guhertin ku encamên wê derbirînê ji daxwaza rastî û dadperwerane ya hemû pêkhatan bê.

Di derbarê daxwazyên li ser guherîna destûrê, bi raya me nabe guherîna destûrê bê sepandin yan bi zorê bê û li heman demî de jî nabe guherîna destûr bibe sedema paşvekêşiya prensîpên demokrasî û her wha paşvekêşiya mafên gelê kurd û pêkhatên din. Bi pişt rastî ve jî sîstema demokrasî zêdetir li berjewendya xelkê Îraqê ne ku dîktatorî û hemû guhertinek jî pêwîste di çarçûveya yasa û mekanîzmên destûrê de be.

Mesûd Barzanî

2/11/2019

Pustên heman beş