Lİ GİRÊ SİPÎ EREBEYEKE MAYÎNKİRÎ Bİ ARTEŞA AZAD VE TEQÎYA
Di teqînekê de ku êvara îro li navenda bajarê Girê Sipî çêbûye, dehan kes tên kuştin û brîndar kirin.
Êvara îro roja şemî 2/11/2019an erebeyeke mayîn krî li navenda bajarê Girê Sipî teqîya, bi sedema teqînê dehan kes tên kuştin û brîndar kirin.
Çavkaniyên saxlemiyê li Girê Sipî eşkere kirine, erebeya mayîn krî li nav çeteyên arteşa azad a sûryê ku Tirkiyê piştgiryê lê dike teqîyaye, lê belê xelkî sivîl jî li wir hebû.
Amara destpêkê ya zirarên canî amaje bi nêzî 30 kuştî û birîndara dikin, lê belê tesbît nebû wilatîyên sivîl yên mirî çend kesin.