HİNEK MAYE MEZLÛM  KOBANÎ  WEKE FERMANDAR EGÎD WERE TESFÎYE KİRİN

HİNEK MAYE MEZLÛM  KOBANÎ  WEKE FERMANDAR EGÎD WERE TESFÎYE KİRİN

Mezlûm Kobanî yan Mezlûm Ebdî, fermandarê giştî yê hêzên Sûryaya demokratîk HSD ku li gel êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser Rojava kurdistanê weke kesekî herî nasyar derket holê, bi awayekî ku daxweyanî û wêneyên wî li medya kurdistanî û cîhanî girîngî pê hat dayîn, bi taybet piştî lihevhatina şkestî ya li gel rejima Sûriyê ku li gor wê Rojava kurdistanê bê desthilat û rumet hiştî.

Mezlûm Kobanî kî ye û çi ji bo Rojava kir?

“Mezlûm  ‘Ebdî Şahîn, Mezlûm  Kobanî , Ferhad ‘Ebdî yan Şahîn Cîlo” navên Mezlûm  ‘Ebdî ne, li sala 1967an li gundekê kobanê ji dayk bûye, li sala 1990an tevlî PKK’ê bû û li baregeha taybet ya Ebdulla Ocalan li Sûriyê karên îdarî birê dikirin, bi yek ji xortên cihê baweriya Apo tê hejmartin, piştre dest bi xebata çekdarî kir û bûye fermandarekî hêzên parastina gel HPG’ê, piştre û li sala 1997an ber bi Ewropa diçe û li wir dest bi tekoşîna siyasî dike, li sala 200Oan vedgere herêma başûr û li kempa Mexmûrê bicî dibe, li gel destpêkirina şorşa Sûriyê diçe Rojava û roleke girîng di pêkanîna Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê de dibîne, li sala 2014an berpirsê melefa nîqaşa YPG’ê û hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bû, piştre bûye fermandarê hêzên Sûryaya demokratîk HSD.

Mezlûm Kobanî bi tu awayî doza kurd ji winda kir?

Mezlûm Kobanî, cengeke mezn li Rojava li dijî rêxistna terorîst ya DAIŞ’ê kir li wir berniyas bûna wî zehif bû, lê belê weke Stêr û qehremanek derket holê bi taybet piştî lihevhatina li 13 Cotmeha îsal li gel rejîma Sûriyê îmze krî, li pey wê lihevhatinê xwîna 11 hezar şehîdên kurd û Rojava kurdistanê winda bû, Mezlûm Kobanî ne tenê statoya Rojava belku doza gel jî bi wê lihevhatinê ji dest da.

Mezlûm  Kobanî  piştî lihevhatina 13 cotmehê ji bo Govara Forin Polîsî axvî û go ku “li navbera cînosayda gel û lihevhatina bi rejîmê, min lihevhatin hilbijart”, lihevhatin bi rejîmê re kir, lê belê her tişt ji bo berjewendiya rejîma Beşar Esed, Rûsya federal, Emerîka û Tirkiyê, encam da, tenê şkestin ji bo doza gel hişt.

Weke Qadroyekê dêrîn ê Partîya Karkerên Kurdistanê û kesekê nêzî Ocalan, Mezlûm Kobanî wexta ku li vê dawyê berniyas bûna wî diyar bûy û hinekî bi telefonê li gel serokê Emerîkayê nîqaş krî, navê qareman û endazyarê têkilîyên Emerîka û Rojava lê hat kirin, lê di rastî de, ew nîqaşên wî û Donald Tiramp ne yên Emerîka û Rojava bûn, lê belê nîqaşa ser rast kirina vala kirina navçeya Rojhelata Firatê bû ji hêzên Mezlûm , lew serok tramp ew bi Ceneralê guhdar ê xweştivî bi nav kir.

PKK wê Mezlûm Kobanî bi derdê fermandar Egîd bibe

Eger çi bazara Mezlûm  Kobanî  niha germ û gure, lê di rastî ‘urf û Xwezaya Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de, nebûye ku kesek li nava gel û qada navneteweyî berniyas bibe û ev yek ji boy ne bibe problem, mînakên weke vê zorin, weke fermandarê Efsaneyî yê PKK’ê “Mesûm Qorqmaz” nasyar bi “Egîd” wexta ku li sala 1984an bo cara yekemîn hêza Rizgariya Kurdistanê “HRK” damezrand û bi wê yekê PKK’ê dest bi tekoşîna çekdarî kir, ew bi yek ji mezintirîn û bi bandor tirîn şorişgêrên Bakûrê Kurdistanê yên di nava PKK’ê de di Dîroka sedeya rabûrî de tê naskirin, her ji ber vê egerê bi sedan zaroyên kurd pê hatin nav kirin, lê belê ev fermandarê Efsaneyî li 28 Adara sala 1986an wate piştî du salan ji berniyas bûna wî, li Herêma Botan ya Bakûrê Kurdistanê di bûyereke mijewî de tê şehîd kirin her çend PKK dibêje şehîd Egîd bi destê dijmin hatye kuştin, lê belê di rastî de gomana herî mezin ya kuştina Egîd ji PKK’ê tê kirin.

Ger li vê dîroka nû bifikrîn Mezlûm Kobanî li ser heman rêya şehîd Egîd diçe, herî kêm serkirdatiya PKK’ê weha lê dinêre, lê gelo dibe ku PKK bi biryara îmraliyê sînaryoyeke weke sînaryo ya bi girtin dana Selaheddîn Demîrtaş Hevserokê partîya Demokratîk Ya Gelan HDP’ê û sînaryo ya kuştina fermandar Egîd û kuştina Çetîn Gongor yê yek damezrînerê PKK’ê, ji bo Mezlûm  Kobanî  jî dirist neke?.

Pustên heman beş